​​​​​​​QSD: Li Reqayê 27 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

QSD`ê da zanîn ku li gundewarên Reqayê 27 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin.

​​​​​​​QSD: Li Reqayê 27 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
31 ÇILE, 2022   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), hêzên wê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyoneke ewlehiyê li rojhilatê Reqayê pêk anî.

Di operasyonê de hêzên leşkerî bi ser nuqteyên şaneyên DAIŞ`ê yên li kampan da girt.

Li gorî QSD`ê di hemleyê de 27 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin.

Di daxuyaniyekê de ku QSD`ê di 25`ê Çileyê de dabû, wiha hatibû gotin: “Di çapemeniyê de cih girt ku hikumeta Şamê gelek nuqteyên xwe yên li bajarê Resafe yê li başûrê Reqayê vala kirine û yek hemwextî êrişa DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa pêk hatiye. Sedemên valakirinê, cihê şik û gumanan e. Hêzên me gelek tedbîr girtin da ku rê nede DAIŞ`ê ku sûdê ji van kiryarên hikumeta Şamê wergire.”

(şx)