Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga cezakirina kujerên Yasmîn kir

Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwanê sûca destdirêjiyê ya li dijî zaroka bi navê Yasmîn şermezar kir û bang kirin ku doza Yasmîn bibe dozeke raya giştî û kujerên wê werin girtin û werin cezakirin.

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga cezakirina kujerên Yasmîn kir
30 ÇILE, 2022   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Şilêr a girêdayî Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê sûca li dijî Ysamîna 5 salî di 27`ê Çileyê de li Minbicê pêk hatî şermezar kir.

Seroka Komîteya Şilêr a Zarokan Culiya Xilo û endama komîteyê Reşe Derwîş daxuyaniya komîteyê xwend.

Komîteyê di daxuyaniyê de got: “Doza kuştina Yasmîn dozeke raya giştî ye. Ev ne cara yekemîn e ku sûcek wiha li herêmê pêk tê. Ji deh salan ve di encama şer, wêranî, şerê taybet de şert û mercên herêmê hatin guhertin. Diviyabû civak ji zihniyeta kolekirinê hatiba rizgarkirin.”

Komîteyê sûca li dijî Yasmîn bi hovantirîn sûc bi nav kir û bang kir ku kujer bên girtin û werin cezakirin.

Her wiha komîteyê bang li aliyên têkildar kir ku lêpirsînekê têkildarî bûyerê bidin destpêkirin û bang li Edaleta Civakî kir ku cezayên tund li dijî kujeran ferz bike.

`SÛCA KUŞTINA ZAROKTIYÊ`

Girêdayî heman mijarê Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê li pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li Reqayê daxuyanî da. Gelek endamên Kombûna Jinan a Zenûbyayê lê hazir bûn.

Endama yekitiyê Îslam Xelef daxuyanî xwend û tê de sûca li dijî Yasmîn şermezar kir.

Îslam diyar kir ku sûca li dijî Yasmîna 5 salî, hovane ye û tu hiş û ol wê qebûl nakin.

Îslam destnîşan kir ku sûca li dijî Yasmîn sûca li dijî zaroktiyê ye û bang li aliyên têkildar kir ku sûcdaran ceza bike.

(şx)

ANHA