​​​​​​​Ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ li Başûr kampanya dan destpêkirin

Gelek rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên ji Başûrê Kurdistanê ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin li Silêmaniyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

​​​​​​​Ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ li Başûr kampanya dan destpêkirin
29 ÇILE, 2022   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Navneteweyî ya Edalet ji bo Kurdan, ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ li seranserê welatên Ewropayê kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin û heman kampanya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û welatên Rojhilata Navîn jî dest pê kiribû.

Li gorî nûçeya Rojnewsê heman kampanya îro saet di 11:00’an de li Salona Xak a Silêmaniyê bi tevlêbûna gelek rewşenbîr, kesayet û siyasetmedarên ji Başûrê Kurdistanê jî hat ragihandin.

Di merasîmê de siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwênî got: “Ev kampanya ji bo derxistina navê hizbeke şoreşger a Kurd e ku robarek xwîn daye, da ku dewleta Tirk di destûra xwe de binivîse li Tirkiyê gelekî din jî heye û navê wan Kurd e.”

Pêncwênî got kampanya erkeke nîştimanî û mirovî ye wiha dewam kir: “Xistina navê PKK’ê di nava lîsteya rêxistinên terorîst de li ser daxwaza dewleta Tirk pêk hat. Dewleta Tirk tevî ku hemû derfetên leşkerî ji bo tunekirina PKK’ê xistin dewrê, lê nekarî bigihêje armanca xwe.”

Dê pêngava komkirina îmzeyan li seranserê Başûrê Kurdistanê hem bi destan, hem jî dîjîtal dest pê bike.