Rêveberiya Xweser hejmarek ji malbatên DAIŞ'ê radestî şandeya Siwêdê kir

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şandeyeke siwêdî re civiya û hejmarek jin û zarokên DAIŞ'î radestî wan kir.

Rêveberiya Xweser hejmarek ji malbatên DAIŞ'ê radestî şandeya Siwêdê kir
27 ÇILE, 2022   16:26
NAVEND NÛÇEYAN

Duh şandeyek ji Swêdê bi serkêşiya Frederic Florent ê ji daîreya konsulusxane û qanûna sivîl û cîgira wî Christine Hedenberg serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Şande ji aliyê cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Fener El-Girêt, endama Desteya Rêveber Nafiye Mihemed û berpirsa beşa Ewropa ya daîreyê Şêwaz Xelîl û berpirsa nivîsgeha YPJ`ê Lana Hisên ve hate pêşwazîkirin.

Her du aliyan behsa rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşa aborî û mirovî bi giştî kirin.

Cîgirê hevserokatiyê Fener El-Girêt têkildarî êrişên dawî yên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sînaa axivî û got: "Ev êriş bû sedem ku gelek endamên QSD`ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û sivîl şehîd bibin, her wiha zêdetirî 5 hezar sivîl ji malên xwe koçber bûn û di encama şer de gelek mal hatin hilweşandin."

El-Girêt diyar kri ku Rêveberiya Xweser bi xeteriya mezintirîn rêxistina terorîst a cîhanê rû bi rû ye, lê hîn jî civata navneteweyî li hemberî dosya çeteyên DAIŞ û malbatên wan ên li kampan bi berpirsyariya xwe ranabe û wiha domand: "Li aliyekî din jî rêxistinên navneteweyî yên li herêmê li hemberî welatiyên Hesekê erka xwe bi cih nayînin û tenê li çargoşeya ewlekariyê dixebitin."

El-Giêt girîngiya destekdayîna bi Rêveberiya Xweser destnîşan kir û bi domdarî got: "Di aliyê siyasî û aborî de pêwîst e piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser, da ku rewşa kampan, girtîgehan û avakirina navendên ji nû ve perwerdekirinê baştir bibin û sînorek ji terorê re were danîn. Da ku aştî û îstiqrar were misogerkirin. Tirkiye hîn jî êrişî herêmên biewle dike û rojane li herêmên dagirkirî yên wekî, Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî sûcan pêk tîne. Ev êrişên Tirkiyê bi armanca têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê ne, her wiha da ku DAIŞ`ê ji nû ve were zindîkirin."

Balyoz Frederic Florent axivî û li ser êrişên li dijî Hesekê nerazîbûnên xwe anî ziman û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re xwest. Her wiha diyar kir ku ew ê piştgriya xwe bi Rêveberiya Xweser re bidomînin û fedekariyên ku rêveberî didin.

Di dawiyê de li ser bingeha  belgeya fermî ya di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Siwêdê de, hejmarek zarok û jinên malbatên DAIŞ`ê yên siwêdî hatin radestkirin.

(eh)

ANAH