Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê 2.kongreya xwe li dar xist

Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê 2.kongreya xwe  bi diruşma "Sûriyeke pirreng, nenavendî, rêveberiya me nasnameya me ye, hêzên me serfirzaiy me ne û partiya me hêviya me ye" li dar xist û bi hilbijartina serokatî û mecliseke nû bi dawî kir.

Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê 2.kongreya xwe li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê 2.kongreya xwe li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê 2.kongreya xwe li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê 2.kongreya xwe li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê 2.kongreya xwe li dar xist
27 ÇILE, 2022   16:05
DÊRAZOR

Rûspî, şêxên eşîran, endamên saziyên leşkerî, siyasetmedar, saziyên sivîl, partiyên siyasî, ciwan û endamên Partiya Sûriya Pêşerojê beşdarî kongreyê bûn.

Di kongre de serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Receb axivî û bixêrhatina mêvanan kir û lidarxistina kongreya duyemîn pîroz kir.

Paşê perspektîfên siyasî ji aliyê berdevka Komîteya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Muna El-Hemadî ve hatin xwendin û wiha got: "Dewletên ku destwerdana aloziya Sûriyê û aloziyên Rojhilata Navîn kirine dixwazin herêmê li ser esasê olî û mezhebî parçe bikin da ku berdewama alozî û berjewendiyên xwe, misoger bikin."

Muna El-Hemadî behsa "lihevkirinên" dawî ku hikumeta Şamê li Dêrazorê û Derayê pêk anîne kir û got: "Ew hewldaneke ku bihêlin gel tesmlîm bibe. Li aliyekî din jî muxaleft bûn çete û berjewndiyên dewleta Tirk a dagirekr û Erdogan dikin, demografiya Efrîn û tevahî herêmên dagirkirî diguherin.

Muna El-Hemadî piştrast kir ku projeya Partiya Sûriya Pêşerojê di gel qonaxa heyî ya krîza Sûriyê girîng e û wiha got: "Partiya me ji ber encama tevger û xwestekên gel hate avakirin. Ji lerw re diruşma wê pirrengî, nenavendî û diyaloga sûrî-sûrî ye."

Her wiha peyamên ku ji aliyê saziyên sivîl, leşkerî, rûspî û şêxên eşîran û partiyên siyasî ve hatibûn şandin, hatin xwendin.

Paşê rewşa rêxistinî ya partiyê li Dêrazorê hate nirxandin û deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin.

Ji encamên nîqaşê, berdewama têkoşîna aştiyane, berfirehkirina girseya gel, xurtkirina xebatên rêxistinî, belavkirina armancên partiyê û pîvanên wê û destekdayîna ji partiyê re bi rêya rêbazên heyî.

Her wiha serok û meclisa nû ku ji 35 endaman pêk tê hate hilbijartin.

Di dawiyê de daxuyanî ji aliyê serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Samir El-Şemerî ve hate xwendin û encamên kongreyê jî tê de bûn.

(bx)

ANHA