Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku muwekîlê xwe bibînin serlêdaneke nû kirin.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
27 ÇILE, 2022   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzer Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo karibin muwekîlê xwe rêber Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve ku bi komployekê dîl hatiye girtin, li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.

Herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi Abdullah Ocalan re axaftin hatibû kirin, lê ev axaftin jî nîvco hatibû hiştin.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve serlêdanên parêzeran hemû bêbersiv têne hiştin.