​​​​​​​Çîn: Heke DYA Ukrayna dagir bike wê rîskên cîhanî rû bidin

Rêveberiya Çînê piştgirî da Moskovê û hişyarî da ku eger DYA`yê Ukraynayê dagir bike, wê 'rîskên cîhanî' rû bidin.

​​​​​​​Çîn: Heke DYA Ukrayna dagir bike wê rîskên cîhanî rû bidin
27 ÇILE, 2022   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî got: "Divê fikarên aqilane yên Rûsyayê yên li ser mijara ewlekariyê cidî bêne dîtin û çareserî bê peydakirin."

Rêveberiya Pekînê bang li aliyan kir ku aloziyê mezin nekin, krîzê giran nekin.

Rêveberiya Washingtonê  çarşemê bi daxuyaniyekê îdia kiribû ku Rûsya dibe di nava meha Sibatê de êriş bike.