​​​​​​​KCDK-E: Berxwedan Kobanê bû sembola Şoreşa Rojava

KCDK-E'yê diyar kir ku berxwedana Kobanê bû sembola Şoreşa Rojava û yekîtiya gel Kurd, her wiha bang li civata navneteweyî kir ku ji bo dosyaya DAIŞ`ê gavan bavêjin.

​​​​​​​KCDK-E: Berxwedan Kobanê bû sembola Şoreşa Rojava
27 ÇILE, 2022   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN 

KCDK-E'yê ji bo salvegera 7'an a rizgarbûna Kobanê û têkçûna çeteyên DAIŞ'ê ya li Hesekê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin: ''Beriya niha bi 7 salan dijminê mirovahiyê DAÎŞ ji bo Şoreşa Rojava û destkeftiyên wê ku ji bo gelên çewisandî yên cîhanê bûbû hêvî tine bike, bi desteka aşkere ya dewleta Tirk êrîş aniye ser Kobanê.

Li dijî rêxistina terorî DAIŞ'ê jin û ciwanên Kurd jiyana xwe jî dane ber çavan û li Kobanê berxwedaneke mezin pêk anîne. Ev berxwedan bûye berxwedaneke wiha ku dastanên lehengiyê hatine nivîsin, bûye berxwedana parastina rûmeta mirovahiyê û mirovahiya azad.''

KCDK-E'yê bi berdewamî  got: ''20'ê Çileyê çeteyên DAIŞ'ê bi êrîşa li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê hewldana revandina bi hezaran çeteyan kir, lê rastî berxwedaneke mezin a QSD'ê hat.

Çeteyên barbar li hundir gelek zarok û girtî kirine mertalên zindî û wiha hêvî kirine ku bigihijin armanca xwe lê êrişa organîze û berfireh a DAIŞ'ê ya li Hesekê û dewleta Tirk ji bakur anî, ji aliyê berxwedana hêzên QSD'ê ve hatiye têkbirin.

Berxwedana Kobanê ku sembola Şoreşa Rojava ye careke dî planên qirkirinê yên Tirkiyê pûç kiriye. Yekitiya Kurdan careke dî di ser Berxwedana Kobanê re bûye sembol.

Di salvegera 7'an a azadbûnê de, bi zêdetir xwedîderketina li Rojava û Kobanê em dikarin dagirkerî û polîtîkayên komkujiyê yên dewleta Tirk rawestînin, jiyaneke azad, wekhev û hevpar ava bikin.

Em KCDK-E bi rihê berxwedanê yê Kobanê bang li gelê me, rewşenbîr, hunermend, dostên xwe, hêzên demokrasiyê û dilxwazên azadiyê dikin ku bi rihekî enternasyonal berxwedanê geş bikin û xwedî li Kurdistan, Rojava û Kobanê derkevin.''