Partiya Kesk a Demokrat: Planên piştevanên DAIŞ`ê têk çûn

Partiya Kesk a Demokrat destnîşan kir ku planên hêzên destekê didin DAIŞ`ê li hember berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Srûiyê têk çûn û ji cîhanê re îsbat kirin ku ew ê li hember hemû hêzên êrişkar li ber xwe bidin.

Partiya Kesk a Demokrat: Planên piştevanên DAIŞ`ê têk çûn
27 ÇILE, 2022   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 7`an a rizgarkirina Kobanê Partiya Kesk a Demokrat daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di demekê de ku cîhan di nava tirsa belavbûna DAIŞ`ê de dijî, xelkê Rojava xwe di bin ala YPG û YPJ`ê de bi rêxistin kir û xweşiktirîn destanên lehengiyê li Kobanê li dijî DAIŞ`ê nivîsandin. DAIŞ bi desteka gelek dewletên herêmî, di sêrî de dewleta Tirk, derbasî herêmê bû.

Serkeftina Kobanê bû destpêka bidawîbûna DAIŞ`ê ku artêşên bihêz li hember wê li Sûriyê û Iraqê têk çûn.

Berxwendana Kobanê destana berxwedan û serkeftinê bû. Kobanê ji bo hemû gelên li cîhanê bû sembola fedakarî û wefadariyê. Hêviyên gelên cîhanê di tunekirina vê rêxistina terorîst de vejandin. Piştre ev berxwedan bi desteka Koalîsyona Navneteweyî berdewam kir û bi teslîmbûna bi hezaran çeteyan li Baxozê tacîdar bû.

Li gel salvegera 7`an a rizgarkirina Kobanê, dewletên destekê didin DAIŞ`ê hewl didin wê vejînin, lê ev komplo îro careke din bi destê QSD, YPG, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi bin ketin. Careke din ji cîhanê re îsbat kir ku berxwedana wan li dijî hemû aliyan berdewam e ku dixwazin wan tune bikin. Em hevgirtina gelê xwe pîroz dikin. Em hêzên xwe û gelê xwe bi vê serkeftinê pîroz dikin.

Em careke din soz didin ku şopdarên serkeftinê û avakirinê bin. Em xwedî li hêz û rêveberiya xwe ya xweser derkevin. Hêviya me ew e ku Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî pêk were."

(şx)