​​​​​​​‘Dewleta Tirk siyasetmedarên Kurd digire lê civata navneteweyî kor û lal e’

Malbatên şehîdan ên herêma Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker siyasetmedarên Kurd û kesên ku banga mafên gelê Kurd dikin, digire û îşkenceyê li wan dike û civata navneteweyî jî dema mijar dibe Kurd, kor û lal dibe.

​​​​​​​‘Dewleta Tirk siyasetmedarên Kurd digire lê civata navneteweyî kor û lal e’
27 ÇILE, 2022   09:04
ŞEHBA

Dewleta Tirk sûcên li dijî girtiyên siyasî yên Kurd di girtîgehên Tirkiyê de didomîne. Girtiyên Kurd di girtîgehan de rastî îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk tên û di encama îşkenceya hovane û binpêkirina mafên mirovan de, gelek girtî şehîd bûn.

Ji girtiyên ku di hundirê girtîgehên dewleta Tirk de şehîd bûne, Garîbe Gezer di 9`ê Kanûna 2021`an de şehîd bû, Ebdurezaq Suyur di 14`ê Kanûnê de, Halîl Guneş di 15`ê Kanûnê de, Salih Turgul ku felc bûbû, di di 15`ê Kanûnê de di nexweşxaneyê de şehîd bû, Ilyas Demir di 17`ê Kanûnê de, Vedat Erksen di 19`ê Kanûnê de û herî dawî jî Ramazan Turan di 21`ê Çileyê de şehîd bû.

Têkildarî mijarê şêniyên herêma Efrînê destek û piştgiriya xwe ya bi girtiyên Kurd ên di girtîgehên dewleta Tirk de diyar kir. Ji rêveberên Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Menal Şêxo diyar kir ku dîroka dewleta Tirk bi girtin û pêkanîna sûcan navdar e û got: “Ji destpêkê ve dewleta Tirk Kurdan dike hedef ji ber banga mafên xwe dikin.”

Menal Şêxo destnîşan kir ku îstixbaratên dewleta Tirk sûcên qirêj di aliyê fîzîkî û psîkolojîk li dijî têkoşeran di girtîgehan de pêk tînin, da ku berxwedana wan lawaz bike û ev tişt anî ziman: "Em bi têkoşer û girtiyên xwe re ne û em destekê didin wan. Em ê bi yek destî bi wan re bisekinin heta ku em bigihêjin armanca xwe û bi azadî û rûmet bijîn her wiha em banga serbestberdana wan dikin."

Bavê şehîd Tolhildan Ednan Elî jî got dewleta Tirk ji mêj ve siyasetmedarên Kurd dike hedef û bi rêbazên hovane îşkence li wan dike.

Ednan Elî got cudahî di navbera berê û niha de heye û wiha domand: "Niha rewş ji berê cudatir e. Ji ber me xwe di aliyê siyasî û fikrî de bi rêxistin kir û ev sûc me natirsînin lê belê hêza me ji bo serxistina şoreşê zêdetir dike."

Ednan Elî teqez kir ku ew ê çalakiyên xwe dewam bikin heta ku hemû têkoşerên siyasî ji girtîgehên dewleta Tirk rizgar dibin û wiha domand: "Em ê li hember zehmetiyan li ber xwe bidin, ji ber berxwedan jiyan e."

Her wiha hevjîna şehîd Cemal Mamo, Firyal Hec Henan piştrast kir ku dewleta Tirk siyasetmedarên Kurd ên ku banga mafên gelê Kurd dikin davêje girtîgehan, ji aliyê îstixbaratên dewleta Tirk ve îşkence li wan tê kirin û got: "Gelo mafên mirovan li ku derê ne?"

Firyal Hec Henan behsa bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî kir û wiha axivî: "Dema ku behsa Kurdan tê kirin, her kes ker û lal dibe."

Firyal Hec Henan di dawiyê de bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan kir ku yekser destwerdanê bikin, sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên Kurd bisekinîne.

(bx)

ANHA