​​​​​​​QSD: Gelek çeteyên DAIŞ`ê xwe di hucreyên bakurê girtîgehê de asê kirine

QSD`ê diyar kir ku operasyonên lêgerînê di girtîgeha Sînaa de berdewam in. Her wiha eşkere kir ku gelek çeteyên DAIŞ`ê xwe li hucreyên li bakurê girtîgehê asê kirine.

​​​​​​​QSD: Gelek çeteyên DAIŞ`ê xwe di hucreyên bakurê girtîgehê de asê kirine
27 ÇILE, 2022   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) têkildarî geşedanên dawîn ên di girtîgeha Sînaa ya Hesekê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî ku hêzên me girtîgeha Sînaa bi temamî kontrol kir û derdora 3 hezar û 500 çeteyên girtî teslîm bûn, dest bi operasyonên lêgerînê di hucreyên girtîgehê de kir.

Di wan operasyonan de eşkere bû ku çeteyan xwe li huncreyên li bakurê girtîgehê de asê kirine. hejmara wan derdora 60 heta 90 çeteyî ye. Hêzên me bang li wan kir ku xwe radest bikin, lê heke bersivê nedin vê bangewaziyê, wê hêzên me li gorî bê xwestin tevbigerin.”

(şx)