QSD`ê ragihand ku hejmarek din ji çeteyan xwe radestî wan kir

QSD`ê diyar kir ku hejmareke din ji çeteyên DAIŞ`ê ku beşdarî şerê li girtîgeha Sînaa bûne, xwe radestî hêzên wan kir.

QSD`ê ragihand ku hejmarek din ji çeteyan xwe radestî wan kir
26 ÇILE, 2022   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmarek din ji çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî hêzên wan kirine.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me hejmarek ji çeteyên DAIŞ`ê ku beşdarî şerê li girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran bûne, neçarî xweradestkirinê kirin. Li ser vî bingehî hêzên me operasyonên serdegirtinê li hundirê qawûşên girtîgehê li dar xistin, û di emcamê de beriya kêmî saetekê hejmarek din ji çeteyan xwe radestî hêzên me kirin.

Hêzên me ew çeteyên ku xwe rasdest kirine, birin cihekî ewle."