​​​​​​​Li Iraqê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Li Iraqê îro 3 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin ku ji wan yek efserekî berê yê artêşa Iraqê ye.

​​​​​​​Li Iraqê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
26 ÇILE, 2022   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çapemeniya Iraqê, Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê di daxuyaniya xwe de got: “Ajansa Îstixbaratê û Lêpirsînan a Federal a Wezareta Karên Hundir piştî agahî bi dest xistin, 3 çeteyên terorîst girtin.”

Di daxuyaniyê de şaneyê diyar kir ku çeteyê yekemîn li xwe mikur hatiye ku di “Dîwana Cund a Endezyariya Leşkerî” de kar kiriye û bi şopandina plana parastina bajarê Mûsilê hatiye erkdarkirin, ji ber ku berê di artêşa Iraqê de efser bû.

Şaneyê destnîşan kir ku çeteyê duyemîn teqemenî li Kerkûkê çandine, tev li gelek êrişên li dijî hêzên ewlehiyê li çiyayên Esel û Icêl bûye.

Şaneyê têkildarî çeteyê sêyemîn ev agahî parve kir: “Di Dîwana Cund a Selahudîn El-Eyûbî de kar kiriye, erka hesabxwestinê ji welatiyên li dijî perspektîfên DAIŞ`ê derketine, kiriye û tev li 2 operasyonên leşkerî yên li dijî pêşmergeyan bûye.”

(şx)