QSD’ê di hundirê avahiyên girtîgehê de operasyonên baldar pêk tînin

QSD’ê di hundirê girtîgeha Sînaa de avahiyeke ji 8 qawûşan kontrol kir û 4 çete girtin. Ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan operasyonên baldar di hundirê girtîgehê de pêk tîne û li taxên Xiwêran û Zihûr jî operasyon berdewam e.

QSD’ê di hundirê avahiyên girtîgehê de operasyonên baldar pêk tînin
25 ÇILE, 2022   15:21
HESEKÊ-EKREM BEREKAT

Operasyonên lêgerînê yên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxên Hesekê berdewam dikin. Di operasyona îro de 4 çete hatin girtin.

Di roja 6'an a êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ' yên li ser girtîgeha Sînaa a taxa Xiwêran de, QSD'ê ji avahiyên girtîgehê 8 qawûş kontrol kirin û  dorpêç li ser çeteyên di girîtgehê de yên ku êrişan pêk tînin teng kir.

QSD’ê bang li çeteyan kir ku xwe radest bikin. Vê sibehê li derdora girtîgehê şerek di navbera hêzên QSD’ê û şaneyeke DAIŞ’ê de derket. 250 çeteyên DAIŞ'ê xwe radest kirin, hejmara giştî ya çeteyên ku xwe radest kirine bû 550 çete.

Her wiha QSD’ê 9 dîl ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û xwe gihand komek ji nobetdarên girtîgehê yên ku berxwedaneke mezin raber kirine.

QSD’ê operasyonên baldar li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehê de didomînin.

Li aliyekî din jî saziyên Rêveberiya Xweser pêdiviyan ji şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr re ku piştî êrişa DAIŞ’ê koçber bûn pêşkêş dike.

(fr)

ANHA