​​​​​​​QSD: Hêzên me tedbîrên pêwîst li başûrê Reqayê girt

Berpirsê Navenda Ragihandina QSD'ê Ferhad Şamî got:" Piştî belavbûna agahiyên ku dibêjin rejîm hin baregehên xwe yên li bajarê Resafa vala dike û ji çeteyên DAIŞ'ê re dihêle, hêzên wan dest bi tedbîrên pêwîst li derdora Reqayê kir."

​​​​​​​QSD: Hêzên me tedbîrên pêwîst li başûrê Reqayê girt
25 ÇILE, 2022   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê di vê çarçoveyê de daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye: "Raporên ku dibêjin,  rejîmê hin baregehên xwe yên li bajarê Resafa yê 40 km dikeve başûrê Reqayê vala bike û ji çeteyên DAIŞ`ê re dihêlin, pir xetere. Nemaze ku ev yek hemwextî êrişên li girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê de têne kirin. Sedemên valakirina van baregehan cihê guman e. Hêzên me jî tedbîrên pêwîst girt da ku DAIŞ`ê sûdê ji valakirina baregehan negire û xeteriyê li derdora Reqayê çêneke."

(bx)

ANHA