​​​​​​​QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndarên DAIŞ'ê derman dikin

Ajansa me dîmenên 13 çeteyên birîndar ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin dermankirin, bi dest xistin.

​​​​​​​QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndarên DAIŞ'ê derman dikin
25 ÇILE, 2022   12:32
HESEKÊ- EKREM BEREKAT

Ajansa me xwe gihand yek ji nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku çeteyên DAIŞ`ê yên ku di çarçoveya operasyonên lêgerînê de hatine girtin, tê de bûn.

Di dîmenên ku ji aliyê ajansa me ve hatine girtin de, 13 çeteyên birîndar ên ji şaneyên DAIŞ'ê yên ku êrişî girtîgehê kirine, têne dermankirin.

Nûçegihanê me ji berpirsê girtîgehê ku navê xwe eşkere nekir, diyar kir ku girtî ji şaneyên çeteyên DAIŞ'ê yên ku êrişî girtîgehê kirine ye û piştî birîndar bûn, hatibûn girtin û nasnameyên wan sûrî û iraqî ne.

Ji roja Pêncşemê ya hefteya borî ve, li bajarê Hesekê şerên dijwar di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bi piştgiriya QSD'ê û şaneyên çeteyên DAIŞ'ê de diqewime.

(dx)

ANHA