Desteya Rûspiyan ji bo çareserkirina dosyaya DAIŞ`ê banga naskirina Rêveberiya Xweser kir

Desteya Rûspiyan banga naskirina Rêveberiya Xweser û pêşkêşkirina desteka siyasî û leşkerî ji bo wê kir da ku ewlehî li herêmê pêk were û dosyaya DAIŞ`ê were çareserkirin.

Desteya Rûspiyan ji bo çareserkirina dosyaya DAIŞ`ê banga naskirina Rêveberiya Xweser kir
25 ÇILE, 2022   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser re ragihand.

Şêxê qebîleya El-Welda şêx Omer El-Xemrî daxuyanî li navenda desteyê ya li Qamişloyê xwend.

Şêx Omer El-Xemrî got: “Rûspiyên êlên Ereb, Kurd, Keldan, Suryan destwerdana dewleta Tirk a dagirker bi rêya DAIŞ`ê di kar û barên herêmê de şermezar dikin. Em ji helwesta rejîmê şaş man ku rastiyên li Hesekê berovajî kirin. Li şûna wê diviyabû banga diyalogeke nîştimanî bikira heta ku aloziya li welêt çareser bibe. 

Em piştgiriya QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin. Rêveberiya Xweser modela Sûriyeya pêşerojê ya pirreng e.

Em bang li Koalîsyona Navneteweyî, NY û hemû saziyên navneteweyî yên têkildar dikin ku Rêveberiya Xweser nas bikin, di warên siyasî û leşkerî de piştgiriya wê bikin da ku ewlehî li herêmê pêk were û dosyaya malbatên DAIŞ`ê yên li cem Rêveberiya Xweser çareser bikin.”

(dx)

ANHA