​​​​​​​Êlên Minbicê: Em bi xelkê Hesekê û hêzên leşkerî re ne

​​​​​​​Rûspiyên êlên Minbicê sûcên çateyên DAIŞ`ê yên li Hesekê şermezar kirin û destnîşan kir ku ew bi xelkê Hesekê û hêzên leşkerî re ne.

​​​​​​​Êlên Minbicê: Em bi xelkê Hesekê û hêzên leşkerî re ne
25 ÇILE, 2022   12:38
MINBIC

Rûspiyên êlên Minbicê girêdayî êrişên çeteyên şaneyên DAIŞ`ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê daxuyaniyek da.

Şêx Mihemed Sadiq El-Esîdî daxuyanî li pêşiya navenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku roj bi roj ji cîhanê re eşkere dibe ku gelek aliyên qirêjî hewl didin gelê Sûriyê bikujin, ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin çi bi rêya destwerdana yekser an jî bi rêya piştgiriya rêxistinên terrorist, di serî de DAIŞ`ê.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Rûspiyên Minbicê sûcên DAIŞ`ê yên li Hesekê bi desteka aliyên navneteweyî pêk tîne, di sêrî de dewleta Tirk, şermezar dikin ku di encamê de sivîl koçber bûn û gelek şervan şehîd bûn. Em bi xelkê Hesekê û hêzên xwe re ne. Çi ji me bê xwestin em hazir in.”

Her wiha di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî hat kirin ku erkên xwe bînin cih û piştgiriyê bidin operasyonên hêzên leşkerî yên li dijî terorîstan.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Çi dibe bila bibe, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin heta ku axa Sûriyê bi giştî ji terorê û dagirkirinê xilas bikin. Em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin û nahêlin kesek projeya me ya neteweya demokratîk têk bibe.”

(dx)

ANHA