‘Dewleta Tirk aqilê hevbeş ê DAIŞ'ê ye’

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê da zanîn ku dewleta Tirk piştgiriya çeteyên DAIŞ'ê dike ku gefê li ewlehiya cîhanê dixwin û banga darizandina çeteyan kir.

‘Dewleta Tirk aqilê hevbeş ê DAIŞ'ê ye’
25 ÇILE, 2022   12:19
HELEB

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê têkildarî êrişên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser girtîgeha Sînaa ya Xiwêran daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ber avahiya meclisê ya li taxa Şêxmeqsûd bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û endamên meclisê ji aliyê yek ji rêveberên meclisê Sêvîn Emûnê ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku dewleta Tirk di têkbirina aramiya herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi bin ket, ji ber vê yekê bi piştgiriya DAIŞ'ê hewl dide destkeftiyên Rêveberiya Xweser têk bibe. Lê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva van êrişan didin û plana wan hate têkbirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bingeha rêxistina terorîst a DAIŞ'ê ye ku xetere li ser ewlehiya herêmê û cîhanê çêkiriye.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êrişên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên li ser bajarê Hesekê (girtîgeha Xiwêran), Til Temir, Şengal û Şahbayê îsbata çêkirina fitneyê û têkbirina ewlehiya herêmê ne. Her kes dizane ku dewleta Tirk a faşîst êrişên xwe yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser li gel bêdengiya navneteweyî pêk tîne û destekê dide çeteyên DAIŞ'ê."

Meclisê di daxuyaniya xwe de bêdengiya navneteweyî rexne kir û wiha domand: "Haya her kesî ji sûcên dewleta Tirk û piştgiriya wê ya ji komên terorîst û DAIŞ’ê re heye, dewleta Tirk di nava van 4 salan de ku Efrîn dagir kiriye, gelek sûcên kuştin, revandin, dizî û talankirina mal û milkên xelkê pêk anîne. Her wiha di salvegera 4`emîn a dagirkirinê de li dijî Eyn Îsa û Kobanê êrişan pêk tîne û destekê dide êrişa DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Xiwêran a Hesekê."

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê banga darizandina çeteyên DAIŞ'ê li dadgeheke navneteweyî kir.           

(dx)

ANHA