TKŞ: Berpirsên êrişa girtîgeha Xiwêran dewleta Tirk û hêzên navneteweyî ne

Tevgera Komûnîst a Şoreşger îro têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê daxuyanî da û got dewleta Tirk û hêzên navneteweyî berpirsên vê êrişê ne.

TKŞ: Berpirsên êrişa girtîgeha Xiwêran dewleta Tirk û hêzên navneteweyî ne
25 ÇILE, 2022   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) îro têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"20’ê Çileyê di çaremîn salvegera dagirkirina Efrînê de çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê êrîşeke berfireh bir ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran ku 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê tê de girtî ne, pêk anî û hewl da çeteyan birevînin. Ev çend roj in şer berdewam dike. Rewş di bin kontrola QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ye. Çeteyên DAIŞ’ê li taxa Xiwêran hatine dorpêçkirin.

Bê guman ev êriş bi çeteyên DAIŞ’ê tenê ve ne sînordar e. Ev êriş di heman demê de bi siyaseta dewleta Tirk û hikumeta Şamê ve girêdayî ye ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve piştgiriyê didin çeteyan û bi siyaseta hêzên navnetewî ve girêdayî ye.

Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku di 2019’an de li Baxozê ji aliyê leşkerî ve bi bin ketin, êrişeke wiha berfireh û birêxistinkirî pêk anî. Ev êriş bi piştgiriya îstixbarata dewleta Tirk û hêzên rejîmê hat birêxistinkirin. Di heman demê de Amerîka û Rûsya ku bi hebûna xwe li Sûriyê, Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêistîqrariyê ava dikin, ji van êrişan berpirsiyar in. Bi sedan çeteyên ku êrişî girtîgehê kirine ji Serêkaniyê, Girê Spî û Iraqê hatine. Ev yek jî careke din nîşan dide ku ev êriş ji hêla kîjan hêzan ve hatiye birêxistinkirin. Îro li vê herêmê hewldana vejandina çeteyên DAIŞ’ê hene, ev hewldan ne tenê ji bo gelên Rojava, lê ji bo hemû gelên herêmê xeteriyeke mezin e.

Xakên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10 salan bi berxwedaneke canfedayî ji çeteyên El Nûsra û DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Lê di serî de dewleta Tirk û dijminên şoreşa me ji bo ku çeteyan ji nû ve vejînin û birêxistin bikin her tiştê ji destê wan tê, dikin. Piştî ku DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat şikenandin, dewleta Tirk bi erêkirina hêzên navneteweyî bi xwe daket qadê. Herî dawî êrişa li ser girtîgeha Xiwêran û êrişên dijwar ên dewleta Tirk ên li ser Şengal, Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê hemwextî wê pêk hatin. Hemû êrişên dewleta Tirk û hikumeta Şamê yên li herêmê xizmeta vejandina DAIŞ’ê dikin. Armanca wan a esasî ew e ku li herêmê bêaramî, bêîstiqrarî û tevliheviyan derxin û pergala Rêveberiya Xweser têk bibin.

Gelên me yên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya QSD û YPG-YPJ’ê çawa ku çeteyên DAIŞ’ê bi bin xistin, îro jî wê çeteyan û alîgirên wan bi bin bixin. Em bang li hemû gelên xwe dikin ku di van şerên berdewam dikin de alîkariya hêzên me yên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikin. Li her deverê li dijî dewleta Tirk û hikumeta Şamê ku paşverû, dijminê gelên me û alîgirên çeteyên DAIŞ’ê ne, derkevin qadan û çalakiyan li dar bixin. Hêzên kedkar, şoreşger, demokrat û dijî faşîzmê yên cîhanê pêwîst e li hember van êrişan li rex Şoreşa Rojava bisekinin û li dijî faşîstên ku dixwazin çeteyên DAIŞ’ê vejînin derkevin qadan."