Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Herêmên dagirkirî ji tevahî rêxistinên terorîst re bûne baregeh

Komîteya Koçberên Serêkaniyê da zanîn herêmên ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bûne baregeh ji tevahî rêxistinên terorîst re û dê hîmanekî gefên yekser li ewlehiya herêmê û Sûriyê dixwin. Her wiha bang li civata navneteweyî û hêzên têkoşîna li dijî terorê kir ku bi cidî û berpirsiyaryeke mezin bixebitin ku dosyaya rêxistina DAIŞ’ê bi dawî bikin.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Herêmên dagirkirî ji tevahî rêxistinên terorîst re bûne baregeh
24 ÇILE, 2022   18:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî bûyerên li Hesekê rû dane û hemwextî êrişên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyaniyek da.

 Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di vê dema dawî de bi rêya rêzeêrişên leşkerî yên dewleta Tirk û çeteyên wê û şandina terorîstan ji herêmên ewle re êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Armanca van êrişan derbekirina istîqrara giştî, qelskirina kedên ji bo aştiyê, tirsandina şêniyên ku koçber bibin û ji nû ve rêxistinên terorîst mîna "rêxistina DAIŞ’ê" zindî bibe ku di Adara 2019’an ve ji aliyê leşkerî ve hate têkbirin.

Ji pêncşema borî ve komên girêdayî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst bi beşdariya hin çeteyên qaşo Artêşa Nîştimanî ya Sûr ku xwe di bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî de bi cih kirine, êrişî girtîgeha Sînaa kir. Ew girtîgeh jî xetertirîn girtîgeha li cîhanê ye. DAIŞ’ê bi êrişên xwekuj û erebeyên bombebarkirî êriş kir, da ku girtiyan birevînin û xwe ji nû ve li hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo berjewendiya dewleta Tirk bi cih bikin.

Li gorî rapor, agahiyên herêmî û datayên fermî ku di vê dawiyê de derketine, piranî endamên rêxistina DAIŞ’ê ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî hatine. Ew jî piştî perwerde û fînansekirin ji dewleta Tirk wergirtin pêk hat. Ew çete di rêyên axî re ku gundewarên Serêkaniyê yên dagirkirî bi gundewarên Hesekê ve girê didin derbas bûn û yekser desteka lojistîkî û îstîxbaratî ji dewleta Tirk wergirtin. Ji wê zêdetir jî bi hevkariya dewletên beşdarî Astanayê bûn û rejîma Sûriyê êrişa çeteyan pêk hat. Armanca wan ewlehiya li herêmê tevlihev bikin û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê neçar bikin ku ajandeyên wan pêk bîne.

Em Komîteya Koçberên Serêkaniyê careke din ji raya giştî re piştrast dikin ku ev herêmên ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bûne baregeh ji tevahî rêxistinên terorîst re û êdî bûne hîmanek û gefên yekser li ser istiqrara herêmê û Sûriyê dixwin.

Em Komîteya Koçberên Serêkaniyê berxwedana qehremanane ya berdewam a heta vê kêliyê û fedekariyên bêhempa silav dikin û şehîdên xwe ku di oxira parastina gelê me de canê xwe daye silav dikin. Ji ber wan şehîdan planên ji bo serwerîkirina li ser Hesekê, koçberkirina şêniyên wê û koçberên tê de û koçberkirina niştecihên di kampên Waşûkanî, Serêkaniyê de têk birin. Em bang li gelê xwe yê koçber ku di kampan de li ber xwe didin û yên li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku li hember dagirkeriya Tirk û hewldanên derbaskirina rêxistinên wê yên terorîst bisekinin û destekê bidin hêzên ewlehî û cihên terorîstên reviyane keşf bikin. Em piştrast dikin ku têkbirina gef û rêxistinên terorîst girêdayî bidawîkirina dagirkeriyê li herêmên dagirkirî û vegera ewlehî ya koçberan e.

Em bang li civata navneteweyî, rêxistinên cîhanê û hêzên têkoşîna li dijî terorê dikin bi cidî û berpirsiyareke bilind tev begerin ku dosyaya rêxistina DAIŞ’ê bi dawî bikin, sûcên terorîst ên bi desteka dewleta Tirk bi dawî bikin, her wiha zextê li dewleta Tirk bikin ku ji xaka Sûriyê vekişe û vegera ewle ji koçberan re hêsan bikin."

(fr)

ANHA