Çalakiya Pirtûkxaneya gerok li Til Temirê bidawî bû

Pirtûkxaneya gerok ku di 16`ê Çileyê de ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve hatibû destpêkirin duh li bajarê Til Temirê bidawî bû.

Çalakiya Pirtûkxaneya gerok li Til Temirê bidawî bû
23 ÇILE, 2022   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di çarçoveya pêngava "Werin şerê azadiyê"ya  ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Edaleta ji bo Kurdan a Navneteweyî ya ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê de, 16'ê Çileyê çalakiya pirtûkxaneya gerok û komkirina îmzeyan da destpêkirin.

Pirtûkxaneya gerok li hemû bajarê herêma Cizîrê û gelek navçe û bajarokê wê geriya. Pirtûkxaneya gerok 7 rojan dewam kir û bi elaqeyeke mezin hate nîşandan.

Di roja dawî ya çalakiya pirtûkxaneya gerok de daxuyaniyek ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve hate dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

"Em di komîteya amadekar û Tevgera Ciwanên Şoreşger de çalakiyên pirtûkxaneya gerok li Til Temirê bidawî dikin. Me di 16`ê Çileyê de û di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye û werin şerê azadiyê"  de dest bi çalakiyên xwe kir. Em li bajarên herêma Cizîrê geriyan. Me ji bajarê Amûdê dest pê kir, paşê berê xwe dan Dêrikê û herî dawî jî Til Temirê. Armanc ji çalakiya me ku fikirên Rêber APO were belavkirin û tevlîbûna pêngava rakirina navê PKK`ê ji lîsteya terorê re xurt bikin. Em di Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê de dibêjin ku PKK`ê hebûn û gel e. PKK`ê xeta azadiya gelan ava kir û bi tu awayan qebûl nakin ku di lîsteya terorê de bimîne.

Em ê çalakiyên xwe dewam bikin. Em ji bo pêkanîna armancên xwe yên sereke ku ew jî azadiya fîzîkî ya Rêber APO û rakirina navê PKK`ê ji lîsteya terorê ye, têbikoşin."

(bx)

ANHA