Yekitiya Mamosteyan a Reqayê 2.kongreya xwe li dar xist

Bi dirûşmeya "Mamosteya/ê birêxistinkirî civaka birêxistinkirî ye" Yekitiya Mamosteyan li Reqayê 2.Kongreya xwe li dar xist. Kongre bi hilbijartina hevserok û desteya rêveber a Yekitiya Reqayê û gundewarên wê bi dawî bû.

Yekitiya Mamosteyan a Reqayê 2.kongreya xwe li dar xist
Yekitiya Mamosteyan a Reqayê 2.kongreya xwe li dar xist
22 ÇILE, 2022   15:34
REQA

Bi sedan mamosteyên bajarê Reqa û gundewarên wê û gelek saziyên sivîl ên Reqayê tev li kongreyê bûn.

/ar/uploads/files/2022/01/22/140511_mhmd-nwr-althyb.webp

Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb axivî û îşaret bi geşedanên siyasî yên li herêmê kir.

El-Zîb bal kişand ser rola mamosteyan a avakirina nifşên pêşerojê û wiha axivî: "Divê hîn zêdetir kar û xebat were kirin da ku asta xwendekaran jî bilind bibe."

Hevserokê Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nesrîn Reşk axivî û got, di qada perwerdê de guhartineke mezin çêbû, mamosteyan ji bo serkeftina vê qadê kedeke mezin da.

Dîwana kongreyê deriyê hilbijartinê û xwehilbijartinê li pêşiya beşdaran vekir, gelek mamosteyan xwe ji bo erka Yekitiya Mamosteyan a Reqa û Gundewarên wê navên xwe dan.

Piştre hevserokatiya Yekitiyê û 6 endam ji bo cîgira hevserokatiyê, endamên desteya rêveber a Yekitiya Mamosteyan a Reqa û Gundewarên wê.

Di dawiyê de kesên hatine hilbijartin soza kar û xebatê da.

(eh)

ANHA