QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundên rojava û bakurê Hesekê operasyon dan destpêkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê li gundewarên rojava û bakurê bajarê Hesekê operasyoneke lêgerînê dan destpêkirin.

QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundên rojava û bakurê Hesekê operasyon dan destpêkirin
22 ÇILE, 2022   15:23
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji Hesekê ragihand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê li gundewarê bakurê rojavayê Hesekê operasyoneke lêgerînê da destpêkirin.

Operasyon piştî wergirtina agahiyan li ser tevgerên çeteyên DAIŞ'ê li aliyê rojava û bakurê bajar, li gundên Xirbet Îlyas  ê bakur û Tiwênayê yê aliyê rojavayê bajar dest pê kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê li gundên navborî girtin ser gelek malan.

ANHA