Navên birîndarên sivîl ên êrişên çeteyên DAIŞ`ê

Ajansa me navên sivîlên ku di êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li Hesekê de birîndar bûne, bi dest xistin.

Navên birîndarên sivîl ên êrişên çeteyên DAIŞ`ê
21 ÇILE, 2022   14:21
HESEKÊ

Çeteyên DAIŞ`ê piştî ku êrişî girtîgeha Xiwêran kir, xwe di taxa Zihûr a Hesekê de veşart û sivîlên ku malên xwe lê venekirine, kirin hedef. Her wiha bi awayekî ketober gule avêtin da ku welatiyan bitirsînin. Di encamê de li gorî agahiyên nexweşxaneyên Hesekê dane, 2 welatî şehîd bûn û 9 welatî jî birîndar bûn.

Welatiyê bi navê H.H. ku ji şêniyên taxa Xiwêran e û nexwest navê xwe eşkere bike, ji ajansa me re got çeteyan duh 2 kurên kesê bi navê Ebû Ebid El-Tabxan kuştine ku ji taxa Xiwêran a Hesekê ne.

Li gorî nexweşxaneyên gel, Nexweşxaneya Hikme û Nexweşxaneya Reca, navên birîndaran wiha ne: Hisên Ehmed Ezîz (19), Elaudîn Ehmed Abî (25), Silêman Ebdurehman Baba (30), Hafiz Tirkî Eyade (30), Fewaz Feysel Hemê (20), Dawûd Raêd Dawûd (25), Başiye Şircî El-Xidir û Mihemed Munês Hemîdî Hemadî û nûçegihanê me Basil Reşîd.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandibû ku dema çeteyên DAIŞ`ê hewl da xwe li taxan veşêrin, 3 welatî şehîd xistine.

(şx)