Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzeran serlêdan kir

​​​​​​​Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû kir.

Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzeran serlêdan kir
21 ÇILE, 2022   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo dîtina rêber Abdullah Ocalan ku di nava tecrîdeke giran de ye, malbat, parêzeran û wasiyê wî serlêdaneke nû kir.

Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo karibin roja duşemê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê dan.