​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dan û standinên Erebistana Siûdî û Rûsyayê têkildarî Sûriyê

Rojnameyên erebî îro têkildarî dan û standinên di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî de yên li ser Sûriyê, aloziya siyasî ya li Iraqê û rewşa Lîbyayê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dan û standinên Erebistana Siûdî û Rûsyayê têkildarî Sûriyê
21 ÇILE, 2022   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

`DAN Û STANDINÊN RÛSYA Û EREBISTANA SIÛDÎ TÊKILDARÎ SÛRIYÊ`

Der barê rojeva Sûriyê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Mîrê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman Bin Ebdulezîz duh bi şandeyê taybet ê serokê Rûsyayê yê kar û barên Sûriyê Aleksander Lavrentiev re civiya û geşedanên li Sûriyê û têkiliyên dualî di navbera Riyad û Moskovê de nîqaş kirin.

Ajansa Erebistana Siûdî WAS’ê ragihand ku Mihemed Bin Selman Bin Ebdulezîz duh li Riyadê şandeyê taybet ê serokê Rûsyayê Lavrentiev pêşwazî kir.

Ajansa Sputnîk a Rûsyayê ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, got: “Şandeya serokatiyê li Riyadê bi nûnerên wezaretên karên derve û parastinê re civiya û çareseriya li Sûriyê bi mîrê Erebistana Siûdî re nîqaş kir.

Her wiha destnîşan kir ku di civînê de, her du aliyan rewşa Sûriyê, asoyên çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî biryara 2254’an, serdestiya Sûriyê û parastina yekitiya wê gotûbêj kirine.”

`KAZIMÎ JI BO SEROKATIYA HIKUMETÊ NAMZETÊ HERÎ BIŞENS E’

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê geşedanên li Iraqê de wiha nivisî: “Ji daxuyanî û dan û standinên di navbera serokê Şepêla El-Sedr Muqteda El-Sedr û Çarçoveya Koordînekirî de xuya dibe ku serokê hikumeta Iraqê yê niha Mistefa Kazimî, ji bo serokatiya hikumetê namzetê herî bi şens e.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, diyar e ku rewşa hêzên Çarçoveya Koordînekirî tengav e. Nexasim ku El-Sedr di helwesta xwe ya avakirina hikumeta nîştimanî de û tunebûna hêzên wê di hikumetê de, bi israr e.

Li gorî daxuyaniyên Çarçoveya Koordînekirî xuya dibe ku nakokî di nava hêzên wê de hene.”

`ARAMKIRINA TÊKILIYÊN DI NAVBERA TIRKIYE Û ÎMARATÊ DE BANDOR LI LÎBYAYÊ KIR`

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Guhertinên siyasî û dîplomatîk li Rojhilata Navîn, bi taybet li ser asta têkiliyên Îmarat û Tirkiyê, bandor li Lîbyayê kir. Di encama aramkirina têkiliyên di navbera Tirkiye û Îmaratê de, tevgereke nû li qada Lîbyayê çêbû. Ev tevger nîşan dide ku dê pêvajoyeke ji berê cudatir dest pê bike. Nexasim piştî ku balyozê Îmaratê Mihemed Elî El-Şamsî gihaşt Terablusê û balyozê Tirkiyê Kenan Yilmaz gihaşt rojhilatê Lîbyayê ku di bin kontrola artêşa Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter de ye.

Li gorî çavdêran, serdana balyozê Tirkiyê di helwesta Enqereyê ya li hember Hefter de û di helwesta parlamentoyê ya li hember rejîma Erdogan de nîşaneya guhertineke girîng e. Her wiha zemîna pêvajoyeke nû ava dike ku tê payîn hebûna têkiliyan di navbera Tirkiye û fermandariya giştî ya artêşa Lîbyayê de eşkere bike.”

(şx)