Normalîzekirina têkiliyên Ermenistan û dewleta Tirk nixumandina Komkujiya Ermenan e

Kirîza aborî ya ku Tirkiye û Ermenistanê dikişînin, wan ber bi derbaskirina nakokiyên bi salan ve dibe. ji lew re di hefteya derbasbûyî de dest bi diyalogan kir. Têkildarî vê yekê rojnamevanekî ermenî normalîzekirin misoger e û got, her du alî dixwazin komkujiyên Ermeniyan binixumînin.

Normalîzekirina têkiliyên Ermenistan û dewleta Tirk nixumandina Komkujiya Ermenan e
21 ÇILE, 2022   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Piştî nakokiyên demdirêj ên di navbera Tirkiyê û Ermenistanê de ku di encmam komkujiya li dijî Ermeniyan ji aliyê osmaniyan ve pêk hatibû de, dewleta Tirk û Ermenistan hewl didin têkiliyên xwe xurt bikin. Di encama komkujiya Ermeniyan de, derdora milyon û nîvek kes bûn qurban û Enqereyê naskirina vê dosyayê red dike.

Roja îna derbasbûyî 14`ê Çileyê her du alî li Moskovê civiyan.

Şandeya eremenî bi serkêşiya cîgirê serokê parlamantoya welat Rubin Rubinyan û şandeya tirkî jî bi serkêşiya balyozê wê yê berê yê DYA`yê, Serdar Kiliç bû.

Cîgirê serokê parlamantoya welat Rubin Rubinyan serkêşiya şandeya ermenî kir û balyozê berê yê DYA`yê  Serdan Kiliç serkêşiya şandeya tirkî kir.

Enqere û Êrîvanê her du nûner, nîvê Kanûna derbasbûyî destnîşan kiribûn, ji bo ku amadekariya normalîzekirina di navbera her du welatan de bikin.

Dewleta Tirk qedexeya çûn û hatina di navbera her du paytextan de ku ji 2020`an ve hatibû destpêkirin, rakir , lê dema vê yekê destnîşan nekir, Ermenistanê jî ji 1`ê Çileyê ve qedexeya li ser kel û pelên tirkî ku beriya salekê ferz kiribû, rakir.

DANÛSTANDINÊN BEYÎ ŞERTAN Û XURTTKIRINA ROLA RÛSYAYÊ

Piştî diyalogan, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê got, nûnerên dîplomatîk li Moskovê derbarê normalîzekirinê de fikirên xwe bi hev re parve kirin, li aliyekî din jî Enqere û Êrîvanê bê şert û mercan pabendî berdewamkirina diyalogan e û dê girîngiyê bidin normalîzekirina tevahî têkiliyan.

Di heman demê de Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê jî daxuyand ku hêvî dike civîna li Moskovê, bibe bingeha lidarxistina têkiliyên dîplomatîk û vekirina sînorê ku ji 1993`yan ve, hatiye girtin.

Di civînê de rola Rûsyayê jî xurtir bû ku di şerê Qerebaxê yê 2020’an de weke navbeynkarekî xwedî bandor li Qafqasya Başûr, peymana agirbestê di navbera Êrîvan û Bakûyê de îmze kiribû.

Di payîza 2020`an de di encama şerê leşkerî yê di navbera Ermenistanê û Azerbeycanê de, rageşî di navbera her du welatan de derket û Enqereyê wê demê piştgiriya hevalbendê xwe Bakûyê kir.

Piştî bi navbeykariya Moskovê peymana rawestandina şer hate mohrkirin, Ermenistan di aliyê leşkerî de bi bin ket û Bakûyê di qada meydanî de gelek destkeftî qezenc kirin.

Li gorî hevpeymanê, Ermenistanê rûberek ji herêmê, her wiha heft herêmên ku di şerên 90`î de kontrol kiribû, radest kirin û Tirkiye tawanbar kir ku rasterast destên wê di şer de hebû, lê Enqereyê ev yek derewand.

RÊYEKE DIRÊJ E Û BEHSA GAVÊN ERÊNÎ TÊ KIRIN

Piştî vê dijminatiya demdirêj, diyalog di navbera her du welatan de hatin destpêkiririn û têkildarî serkeftinê wê hêvî hene, li ser vê yekê çavdêr pirsa geşedanên ku di dema niha de bûne sedema van hevdîtinan, dikin.

Nivîskar û rojnamevanê ku kar û barên Tirkiyê dişopîne Sarkis Kassarjian ji ANHA`yê re axivî: "Heta niha tişta ku hatiye ragihandin, daxuyaniyeke ji aliyê wezaretên derve yên her du welatan e, lê hûrgilî tune ne. Behsa gavên erênî hate kirin û ev jî isbat dike ku niyata berdewamkirina van diyalogan heye, mijara bêyî şert û mercan jî hate gotin, ev jî bi armanca vehesiya raya giştî ya her du welatan e."

Kassrjian ev li gotina xwe zêde kir: "Rê dirêj e û hîn zû ye ku behsa encamên van diyalogan were kirin, lê bawer im dê di dawiyê de normalîzekirinek çêbibe, ji ber ku rewş û daxwaz nîşaneya vê yekê dikin."

NAKOKIYÊN LI QAFQASYAYÊ

Li gorî çavdêran piştî ku Azerbeycanê bi piştgiriya dewleta Tirk herêma Nagorno-Qerebaxê kontrol kir, derfetên serketina van têkiliyan zêdetir bû.

Çavdêr dibêjin ku dosya Ermenistan-Azerbeycanê ku li gorî berjewendiyên Azerbeycanê bi encam bûn, ev yek bû sedem ku ev diyalogên di navbera Ermenistan-Tirkiyê de li dar bikevin û Ermenistan ku binkeftî ji vî şerî derket, hewl dide ji tenêbûn an jî tecrîda xwe derbikeve.

Têkildarî geşedanên ku her du alî ber bi lidarxistina diyalogan ve birin, Sarkis Kassarjian ev nirxandin kirin: "Gelek geşedan hene, di serî de şerê Qerebaxê yê dawî ku gelek encam bi xwe re anîn, jê binketina Ermenistanê û neamedebûna Rûsyayê bû.

Kasarjian diyar kir ku êdî Rûsyayê îqna bûye ku divê guhartin di jeostratejiya herêmê de bi giştî çêbibe û ev guhartin jî di şerê Nagorno-Qarabaxê de diyar bû.

NIXUMANDINA DOSYAYA KOMKUJIYA ERMENIYAN

Nakokiyên her du welatan ji mêj ve ye, nexasim piştî Enqere naskirina "Komkujiya komî" ya Ermenan a di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de red kir.

Enqere naskirina vê komkujiyê ku ji aliyê osmaniyan ve pêk hatiye, red dike û dibêje, hinek tirkên misliman û ermenên suryan wek hev di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de mirine.

Tirkiye îdia dike ku şerekî navxweyî li Anadolyayê rû da û hemwextî vê yekê birçîbûn çêbû, di encamê de ji 300 heta 500 hezar ermenî û tirk mirin.

Encyclopedia Britannica ragihand ku komkujiyên Ermen pê re rû bi rû man, bi rêya koçberiya bi darê zorê û kuştinên komî ku osmaniyan li dijî wan pêk anî, çêbûn.

Ermen jî dibêjin, ev hemle bi armanca qirkirina wan bû û kiryarek ji kiryarên qirkirina komî ye, hikumetên Tirkiyê yên li pey hev jî naskirina vê komkujiyê red kirin.

Derbarê derfetên serkeftina van diyalogan de Sarkis Kassarjian wiha axivî: "Ne mumkin e Tirkiyê îtîrafê bi komkujiya komî ya Ermenan bike ji ber ku behsa nebûna şertan heye û Ermenistan bi taybet vê yekê piştrast dike, di encamê de Tirkiyê neamade ye ku tawîzan bide, nexasim ku ev mijar xeta sor e û desthilata Tirk nikare tu tawîzan li ser vê dozê bide, pê re jî her du alî hewldana nixumandina vê mijarê dikin."

Sarkis Kassarjian da zanîn ku ne tenê mijara komkujiya komî ya Ermeniyan cihê nakokiyan e, lê belê mijara naskirina sînoran û diyarkirina wan heye, her wiha mijara sînorê bi Azerbeycanê re jî heye, ev hemû dozên binakok in, lê diyar e her du aliyan lihev kiriye ku behsa van nuqteyan nekin da ku xalên hevbeş her du aliyan bigihîne hev.

Derbarê helwesta gelê Ermen ji vê normalîzekirinê de, nexasim di demekê de ku Tirkiyê naskirina komkujiya komî ya Ermenan red dike, nivîskar û rojnamevan Kassarjian wiha axivî: "Gelê Ermen ên derve dê vê normalîzekirinê red bike, lê nêrîna wan dê bandorê neke ji ber ku serokwezîrê Ermenistanê Pashinyan ku ev diyalog bi rê ve dibir, di hilbijartinan de bi ser ket, ruxmî binketina şer û ev jî kêm caran pêk tê, di encamê de bû sedem ku li hundir piştgiriya gelê xwe bike, ev jî tê wateya ku berbijêrên hilbijartine li gorî xwesteka gelê li hundir e."

JI BO TIRKIYÊ VEGUHARTINEKE DÎROKÎ YE

Piştî nakokiyên ku barên Tirkiyê bi derdora wê re giran kirin, ji wan Iraqê, Sûriyê, Yunanistan û Qubrisê, her wiha bandor li qutkirina têkiliyên wê bi dewletên erebî yên din re kir, ji wan Misir û Erebistana Siûdiyê, li aliyekî din jî siyasetên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku banor li têkiliyên Enqere bi Washingotin û dewletên Yekitiya Ewropa re kir, bû sedem ku ji hundir ve nerazîbûn werin nîşandan, pê re jî lîreya sûrî daket û Tirkiyê bi kirîza aborî re rû bi rû ma.

Ev tevde bûn sedem ku Tirkiyê têkiliyên xwe bi dewletên din re çêke da ku ji aloziya xwe derkeve.

Têkildarî armancên Tirkiyê ji normalîzekirin û girêdana wê ya bi hundirê tirkiyê ve û siyasetên Erdogan ên derve, nivîskar û rojnamevan Sarkis Kassarjian wiha axivî: "Normalîzekirina Tirkiyê xwedî armancên hundirîn û derve ye, Erodogan xeyal dike ku qonaxeke nû ji siyaseta derve dest pê kiriye û gelê Tirkiyê jî dê rihet bibe, ji ber ku zehmetiya siyaseta desthilata Tirkiyê kişandine."

Her wiha ev hêviyê dide Tirkan ku dê ji wan re bazarên nû li Ermenistanê vebin û dikarin ji Azerbeycanê û heta bi dewletên ku bi zimanê tirkî diaxivin bazirganiyê bikin, di dîroka komara Tirkiyê de jî ev guhartineke cidî ye.

(eh)

ANHA