Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Efrînê kir

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li civata navneteweyî û hêzên garantor ên Amerîka û Rûsyayê kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin ji bo ku dagirkirina li ser Efrîn û herêmên din ên Sûriyê bi dawî bike.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Efrînê kir
20 ÇILE, 2022   14:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rasthatina salvegera 4`emîn a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Îro 20`ê Çileyê salvegera 4`an a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê ye. Efrîn bajarekî aştiyane bû, ji herêmên din ên Sûriyê bi ewletir bû, ji zêdetirî 180 hezar kesên Sûrî yên ku ji ber azarên şer reviyane bibû spartgeh.

Ev êriş piştî berxwedana şênî û YPG û YPJ`ê ya 58 rojan, bi dagirkirin bi dawî bûn. Dewleta Tirk ji van êrişan armanc kir, vîna şêniyên resen têk bibe û projeya wan a demokratîk  têk bibe, her wiha lihevkirinên sûrî-sûrî asteng bike da ku neghêjin çareseriyeke siyasî. Di heman demê de da ku projeyên xwe yên dagirkirinê berfireh bike û gel û xaka Sûriyê parçe bike.

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rewşa piştî dagirkirina Efrînê û wiha hate domandin: "Tevahî erdîngariya Efrînê veguherî girtîgeheke mezin, ku hemû cure sûc û binpêkirinên plankirî, bi taybet li dijî jinan tên kirin. Jinan bi cesaret pêşengtiya şoreşa Rojava kir. Ev sûcên ku têne kiritin gihaştin asta sûcên şer û sûcên dermirovî. Hîna jî trajîdiya berdewam e ku navnîşana wê qetilkirin, revandin, talankirina milkan, koçberkirina şêniyên resen û azarên li kampan e."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi van sûcan bes nedît, lê bi hemû rêbazan hewl da nasnameya Efrînê ya kurdî ji holê rake, guhertina demografîk pêk tîne û cihên dîrokî û şaristanî wêran dike û mêtîngehan lê ava dike.

Di daxuyaniyê bang li civata navneteweyî û hêzên garantor ên Amerîka û Rûsyayê kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin ji bo ku dagirkirina li ser Efrîn û herêmên din ên Sûriyê bi dawî bike.

Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku asta xeteriyên siyasî yên Tirkiyê nas bike ku destekê didin teror û terorîstan û li pêşiya çareserkirina siyasî ji aloziya Sûriyê re dibe asteng.

ANHA