HPG 5 gerîla bîr anî û soza şopandina rêya wan da

​​​​​​​HPG'ê gerîlayên ku sala 2016'an li Xakurkê şehîd bûne bi bîr anîn û got: "Em soza xwe dubare dikin ku wezîfeya şoreşê ya ku wan radestî me kirine teqez bi ser bixin."

HPG 5 gerîla bîr anî û soza şopandina rêya wan da
20 ÇILE, 2022   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 5 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk a qirker bi piştgiriya NATO'yê sala 2016'an heta jê hat êrişî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê kir û xwest Kurdan qir bike. Li dijî van êrişên li derveyî mirovahiyê yên dijminê qirker, Gerîlayên Kurdistanê bi îradeya Apoyî şer kirin û ev êriş pûç kirin, xewn û xeyalên pûç ên dagirkeran têk birin. Di vê têkoşînê de ku her kêliya xwe bi berxwedanê hate hûnandin, hevrêyên me Ronahî, Rizgar, Agît, Xeyrî û Mazlûm cihê xwe di dîroka lehengiyê ya Kurdistanê de girtin. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku wezîfeya şoreşê ya ku wan radestî me kirine teqez bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ronahî Gap

Nav paşnav: Cemîl Ecer

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Hatîce-Mehmet Şerîf

Dem û cihê şehadetê: 5'ê Gulana 2016 / Xakurkê

Nasnav: Rizgar Colemêrg

Nav paşnav: Star Tekçe

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Esmer-Nacî

Dem û cihê şehadetê: 8'ê Nîsana 2016 / Xakurkê

Nasnav: Agît Gelaz

Nav paşnav: Halîl Ronken

Cihê jidayikbûnê: Ûrmiye

Dayik-Bav: Sûweyla-Eshed

Dem û cihê şehadetê: 13'ê Tebaxa 2016 / Xakurkê

Nasnav. Xeyrî Serhed

Nav paşnav: Hayrî Gezer

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Antîka-Cemîl

Dem û cihê şehadetê: 28'ê Tebaxa 2016 / Xakurkê

Nasnav: Mazlûm Elbak

Nav paşnav: Vedat Yilmaz

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Sezzade-Zulmat

Dem û cihê şehadetê: 22'ê Îlona 2016 / Xakurkê