Lîkolînerekî lîbyayî: NY'ê têkildarî lidarxistina hilbijartinên Lîbyayê ne cidî ye

Lêkolînerê lîbyayî Îdrîs Ehmîd diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî lidarxistina hilbijartinên Lîbyayê û çareserkirina krîza wê ne cidî ye û destnîşan kir ku biryarên civaka navneteweyî kirîza Lîbyayê kûrtir dikin.        

Lîkolînerekî lîbyayî: NY'ê têkildarî lidarxistina hilbijartinên Lîbyayê ne cidî ye
20 ÇILE, 2022   08:57
QAHÎRA- EMANÎ EZAM

Şêwirmenda Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Lîbyayê, Stephanie Williams, got ew hewl dide ku hilbijartinên serokatiyê li Lîbyayê di meha Hezîranê de lidar bixin.

Stephanie Williams got, li gorî nexşeya rê ya 2020'an a bi navbeynkariya NY'ê, îhtîmal e ku 2,8 mîlyon kesên li welêt heta meha Hezîranê dengên xwe bidin.

Stephanie Williams destnîşan kir ku hilbijartin gelek girîng in da ku baweriyê bidin saziyên li welat.

Di vê çarçoveyê de, rojnamevan û lêkolînerê siyasî yê Lîbyayê Îdrîs Ehmîd ji ajansa me re axivî û wiha got: "Roja 24'ê Kanûna 2021'an, rojek li ser bingeha peymana siyasî û garantiyên navneteweyî ji bo lidarxistina hilbijartinên serokatiyê û parlamentoya Lîbyayê hate destnîşankirin. Nêzîk 2 mîlyon û 800 kesî dengê xwe qeyd kirin. Hilbijartin nehatine kirin, nehatin taloqkirin û heta niha jî dîroka lidarxistina hilbijartinan nehatiye diyarkirin."

Ehmîd destnîşan kir ku gelê Lîbyayê berpirsyar e, ji ber ku li hemberî vê bêdengiyê xwepêşandan lidar nexistin.

Ehmîd da zanîn ku civaka navneteweyî tevnagere û daxuyaniyên bi nakok jî destnîşan kirin ku baweriya civaka navneteweyî û biryarên navneteweyî krîza Lîbyayê kûrtir dikin. Her wiha eşkere kir ku Meclisa Nûneran û Meclisa Dewletê naxwazin li ser desthilatê biçin û civînan li dar dixin, her wiha hewl didin hikumeta nû ava bikin ku dê rewşê aloztir bikin.          

Lêkolerê siyasî yê Lîbyayê diyar kir ku hilbijartin ji bo gelê Lîbyayê tu wateya wê nîn e û delîla vê yekê jî bêdengiya wan e. Her wiha diyar kir ku hejmara namzetên serokomariyê gihaştiye 98 kesan, ev yek nezelaliyekê derdixe holê.          

Rojnamevan û lêkolînerê siyasî Îdrîs Ehmîd piştrast kir ku avakirina hikumeta nû tê wateya avakirina hikumeteke paralel û berdewamiya qonaxên veguhêz, ji ber ku Ebdulhemîd Debîba got ew ê hikumetê radestî hikumetek hilbijartî bike û ji bo serokatiya Lîbyayê namzetên herî diyar ev in: Sêf El-Îslam El-Qezafî, El-Mûşîr Hafter, Ebdulhemîd Debîba û Fethî Paşa Axa.            

(dx)

ANHA