Şîroz Hemo: Gotin, peyam û armanca me vegera li Efrînê ye

Reportaj Summay

Şîroz Hemo: Gotin, peyam û armanca me vegera li Efrînê ye
20 ÇILE, 2022   01:46

Şîraz Hemo diyar kir ku hebûna koçberên Efrînê nêzî warê xwe peyameke diyar e ji cîhanê re ku dibêje "Em li ser sînorê Efrînê ne û em ê lê vegerin." Her wiha got “yên ku tehma azadiyê seh kirine, teslîmiyetê qebûl nakin”.

Têkildarî salvegera 4'emîn a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê ku 20'ê Çileya 2018'an dest pê kirin, hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo ji ANHA'yê re axivî.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişek pêk anî û kantona Efrînê kir hedef. Vê êrişê piştî vekişîna hêzên Rûsyayê ji gelek nuqteyên xwe yên li kantonê, dest pê kir. Şervanên YPG û YPJ'ê û gelê Efrînê 58 rojan li pey hev berxwedaneke mezin li hemberî van êrişan raber kir ku li cîhanê deng veda.

Di encama wan êrişan de zêdetir 350 welatî koçber bûn.

Têkildarî salvegera 4'emîn a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo bersiva pirsên ANHA'yê da. Şîraz Hemo bal kişand ser rewşa şêniyên Efrînê yên ku koçberî Şehbayê bûne û ambargoya ku hêzên hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye.

Berfirehiya hevpeyvînê wiha ye:

Dewleta Tirk û çeteyên wê di sala 2018'an bi sed hezaran niştecihên resen ên kantona Efrînê koçberî Şehbayê kirin. Ev bû 4 sal koçber di kampan de ne. Gelo hêviyên wan koçberan çi ne?

Destpêkê bi qasî ku em êrişên hovane yên dewleta Tirk ên Çileya 2018'an li ser Efrînê şermezar dikin, em bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî ya li hemberî êrişan jî şermezar dikin.

Li pêşberî van êrişên hovane yên dewleta Tirk berxwedaneke mezin di dîroka Rojhilata Navîn û cîhanê de hate tomarkirin. 58 rojan berxwedaneke efsanewî li hemberî hêzeke NATO’yê û teknîkîa wê ya pêşketî hate meşandin. Şênî bi xaka xwe ve girêdayî bûn û dagirkerî red kir.

Bi destpêka şoreşa Rojava re, pêkhateyên Efrînê ketin nava pêvajoyeke mezin a têkoşînê ku ji pêvajoyên herî demokratîk bû û tecrubeyeke nû, serkeftî û jiyaneke azad û ewle bi pêş ket. Yên azadî tehm kirine, teslîmiyet qebûl nekir û dê qebûl nekin.

Dewleta Tirk û hevalbendên wê xwest vê tecrubeyê wêran bikin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk û komên wê yên çete niştecihên Efrînê yên resen ji warên wan koçber kirin. Heta niha israra koçberan wan a li ser jiyaneke azad ku layiqî wan be, zêdetir e.

Ji ber vê yekê, gelê me bi israr e ku rastiyê ji tevahî cîhanê re eşkere bike ku ew xwediyê dozê ye û dagirkeriyê red dike. Hebûna koçberan li Şehbayê peyameke diyar e ji cîhanê re ku em li ser sînorê Efrînê ne û em ê vegerin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li ser kantona Şehbayê didomînin. Li gel êrişan şerê taybet jî heye. Xwezaya vî şerî çi ye û çawa bandorê li civakê dike?

Veguhestina tecrubeya demokratîk ji Efrînê ber bi Şehbayê ve û jiyana bi sed hezaran koçberên Efrînê li ser sînorê Efrînê, tirsek ji bo dweleta Tirk a dagirker çêkiriye. Madem ku berxwedan heye êrişên leşkerî bi rê û rêbazên cuda didomin ku vîna vî gelî dikin hedef û hewl didin civakê parçe bikin.

Moralê civakê bilind e, berxwedaneke leşkerî û siyasî raber dikin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk şerê taybet li hemberî koçberên li herêmên Şehbayê dimeşîne û bi vê yekê hewl dide vê berxwedanê ji kokê rake û civaka hevgirtî parçe bike.

Bi rêya pere, teşwîqkirina li ser koçberiyê, belavkirina madeyên hişbir, afirandina fitneyan di navbera Kurd û Ereban de û gefên leşkerî, ev hemû rêbaz dikevin çarçoveya şerê taybet li ser gelê me. Di radeya yekemîn de ciwan û jinan dikin hedef. Armanc têkbirina yekitiya gel û birêxistinbûna wê û parçekirina rihê berxwedanê ye.

Lê bi zêdebûna şerê taybet û leşkerî hevgirtina gel û israra wî ya li ser bidawîkirina dagirkeriyê li Efrînê zêde dibe.

Hikumeta Şamê ambargoyeke giran li ser Şehbayê ferz kiriye. Armancên wê çi ne?

Kiryarên ku hikumeta Şamê dike ji yên dewleta Tirk ne cuda ne. Her du hewl didin vî gelê berxwedêr teslîm bigirin. Hikumeta Şamê siyaseta birçîkirina koçberan dimeşîne û dixwazin bi vê yekê civakê bê moral bihêlin, her wiha madeyên bingehên li ser gel qut dike da ku bihêle ku gel şertên wê qebûl bike.

Ya herî girîng ew e ku fikirê demokratîk û azad dorpêç dike ku civakê li Efrînê pejirandibû û niha li Şehbayê bi pêş dixe. Ev yek ruxmî hebûna hêzên cîhanî, herêmî û gefên wê yên mezin têne kirin.

Lê me gelek caran ev gotin dubare kiriye, gelê ku tehma azadiyê seh kiriye, teslîmiyetê qebûl nake, lê belê li ser vegerê, jiyaneke azad û birûmet li ser xaka xwe Efrînê xwedî israr e. Heke em pirsa armanc ji zarokek an jî kesekî din li van kampan bikin, wê bêje ku dikare hemû zehmetiyan tehemûl bike û ji bilî vegera li Efrînê tiştekî girîngtir ji bo wan nîn e.

Ya ku hikumeta Şamê dike tiştekî ne durist e, ji ber ku azarên koçberan zêdetir dike. Li gorî tê xwestin madeyên bingehîn derbasî herêmê nabin. Em di zivistanê de ne û hikumeta Şamê rê nade ku sotemenî derbasî vê herêmê bibe. Li gel wê jî nahêle ku nexweş derkevin derve û tedawî bibin. Em dibînin ku ev kiryar li gorî armancên dewleta Tirk in, her wiha siyaseteke birçîkirin û teslîmiyetê ye.

Ji vir em bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dikin ku bila rewşa bi sed hezaran kesên ku li vê herêmê di dorpêçê de ne, fehm bikin. Yên li vir ne tenê ji şêniyên kantona Efrînê ne, di heman demê de ji tevahî herêmên Sûriyê ne yên ku beriya dagirkirinê koçberî Efrînê bûbûn. Her wiha şêniyên kantona Şehbayê jî li vir dijîn ku ew jî azarên vê dorpêçê dikişînin.

Di salvegera 4'an a destpêkirina êrişên li ser kantona Efrînê de ji bo kampên şêniyên Efrînê gotina we ji cîhanê çi ye?

Êrişên li ser Efrînê êriş li ser dîroka tevahî herêmê ye, êriş li ser şoreşa pîroz a gelê Sûriyê ye.  Jiyana di nav merçên dijwar de û tehemulkirina azarên her kêliyekî nameyeke diyar ji bo Tirkiyê û tevahî dewletên cîhanê ne yên ku destekê didin wê. Name ew ku hûn nikarin vîna gel bişînin ku bûye rastiyek û ji bo nasnameya xwe şer dike.

Di sala nû de careke din em soz didin ku em ê ji bo teşhîrkirina rastiya Erdogan ji tevahî cîhanê re bixebitin. Em li ku derê bin em ji bo teşhîrkirina kiryarên vî dijminî gav paş de navêjin.

Em ê têkoşînê xurt bikin, gavan biavêjin da ku destkeftiyên siyasî bi dest bixin. Peyam, gotin û armanca me vegera li Efrînê ye.

ANHA