Rapora salane ya HRW’ê: Sûcên dewleta Tirk dewam dikin

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) di rapora xwe ya salane ya Sûriyê de got dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî mafên sivîlan binpê kirin. Her wiha bi bîr xist ku qelsbûna mekanîzmaya alîkariyên mirovî bandoreke xirab li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Rapora salane ya HRW’ê: Sûcên dewleta Tirk dewam dikin
17 ÇILE, 2022   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rapora HRW’yê de hat bibîrxistin ku pêwîstiya zêdetirî 13.1 milyon gelê Sûriyê bi alîkariyên mirovî heye.

Her wiha hat gotin ku bi milyonan kes li bakurê Sûriyê pişta xwe didin alîkarî û dermanên bi rêya sînoran tên ku di nav de derziyên Koronayê jî hene.

Komên xêrxwaziyê yên nenavneteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê got ew nikarin alîkariyên pêwîst ên tenduristiyê derbasî herêmê bikin piştî ku NY`yê xebatên xwe yên bi rêya sînorên Iraq û Sûriyê di Çileya 2020`an de rawestandin.

Di raporê de wiha hat diyarkirin: “Di Tîrmeha 2021`an de, Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê mekanîzmaya derbaskirina alîkariyan ji Iraqê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve nû nekir. Ji ber ku Rûsyayê gef xwar dê mafê vetoyê bi kar bîne. Li şûna wê Meclisa Ewlehiyê tenê deriyeke sînor bi bakur rojavayê Sûriyê re vekir.”

Li gorî raporê, hikumeta Şamê ferzkirina qeydên tund li ser gihandina alîkariyan ji herêmên xwe û deverên din ên welêt re didomîne. Her wiha alîkariyan li dijî dijberên xwe bi kar tîne.

Di raporê de hat destnîşankirin ku li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete de mafên sivîlan binpê dikin û îşaret bi dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2019`an de hate kirin û hate gotin ku mal û milkên sivîlên Kurd tên talankirin.

Di raporê de ev yek hat eşkerekirin: “Di Kanûna 2019`an de, desthilatên Tirkiyê û koma çekdar a girêdayî Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê herî kêm 63 welatiyên sûrî girtin û bi awayekî derqanûnê birin Tirkiyê. Di Cotmeha 2020`an de ji wan li 5 kesan cezayê muebetê hat birîn.”

Li gorî raporê çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê leşkerkirina zarokan didomînin, di 2021`an de herî kêm 20 zarok hatine kirine leşker.

(şx)