​​​​​​​Jinên li Sêmalkayê: Heta wergirtina cenazeyan dê çalakiya me bidome

Jinên Efrîn, Şehba, Kobanê û Helebê yên li konê xwepêşandanê yê li Sêmalkayê, piştgiriya xwe ji malbatên şehîdan re anî ziman û daxwaza wergirtina cenazeyên şehîdan kir.                  

​​​​​​​Jinên li Sêmalkayê: Heta wergirtina cenazeyan dê çalakiya me bidome
​​​​​​​Jinên li Sêmalkayê: Heta wergirtina cenazeyan dê çalakiya me bidome
​​​​​​​Jinên li Sêmalkayê: Heta wergirtina cenazeyan dê çalakiya me bidome
​​​​​​​Jinên li Sêmalkayê: Heta wergirtina cenazeyan dê çalakiya me bidome
​​​​​​​Jinên li Sêmalkayê: Heta wergirtina cenazeyan dê çalakiya me bidome
​​​​​​​Jinên li Sêmalkayê: Heta wergirtina cenazeyan dê çalakiya me bidome
​​​​​​​Jinên li Sêmalkayê: Heta wergirtina cenazeyan dê çalakiya me bidome
17 ÇILE, 2022   12:50
QAMIŞLO

Çalakiya li Sêmalkayê di roja xwe ya 105’an de berdewam dike. Şandeyên civakî û siyasî beşdarî çalakiyê dibin.

Şandeyek ji jinên Şehba, Kobanê û Helebê îro berê xwe da konê çalakiyê yê li deriye sînor ê Sêmalkayê.

Şande ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ve hate pêşwazîkirin. Çalakvan ber bi Pêşxabûrê ve ketin rê.

Piştre li ser navê jinên Şehba û Helebê û dayikên aştiyê Şazya Îbrahîm got: "Em li konê rûmetê li deriyê Pêşxabûrê daxwaz ji hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike, ji ber ku van şehîdan ji bo azadî û rûmeta gelê Kurd berdêlên herî mezin dan."

Şazya Îbrahîm wiha dom kir: "Em ê çalakiya xwe heta wergirtina cenazeyên şehîdan bidomînin û em ji daxwazên xwe paşde naçin."

Li ser navê jinên Kobanê û Kongra Star, Felek Yûsif jî got: "Em daxwaza wergirtina cenazeyên şehîdan dikin. Dewleta Tirk a faşîst sînor girt û PDK'ê jî deriyên sînor bi ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de girt. Piştî ku dewleta Tirk li derdora Rojava kemîn danîn û xendek kolan, PDK'ê jî dest bi kolandina xendekan kir. Ev hemû kiryar ji bo xizmeta dewleta Tirk a li dijî gelê Bakur û Rojihlatê Sûriyê ye."

Felek Yûsiv da zanîn ku îxaneta PDK'ê îxaneteke ya li hember parçeyên Kurdistanê dîrokî ye.         

Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Lêgê Şêxa Enter got: "Heta ku em cenazeyên şehîdên xwe wergirin, em ê çalakiya xwe bidomînin. Girtina deriyê sînor nikare çalakiya me bi dawî bike, ji ber vê yekê em ê heta wergirtina cenazeyên şehîdan çalakiya xwe bidomînin."

Tê payîn ku endamên Desteya Darayî û komîte û rêveberiyên wê beşdarî çalakiyê bibin.

(dx)

ANHA