Pirtûkxaneya Gerok li Qamişloyê ye

Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok a Tevgera Ciwanên Şoreşger îro gera xwe li bajarokê Girbawî û Qamişloyê didomîne.

Pirtûkxaneya Gerok li Qamişloyê ye
17 ÇILE, 2022   12:19
QAMIŞLO

Duh Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di çarçoveya pêngava “Werin cenga azadiyê” ya ji bo banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û Kampanya “Edalet ji bo Kurdan” a bi armanca derxistina navê PKK’ê ji `lîsteyên terorê` dest bi çalakiya Pirtûkxaneya Gerok kir.

.

Îro Pirtûkxaneya Gerok gera xwe ya di roja 2`yan de ji bajarokê Girbawî dest pê kir. Şêniyên bajarokê Girbawî û gundewarên wê bi sloganên “Bijî serok Apo” pêşwaziya pirtûkxaneyê kir. Pirtûkxaneya Gerok li pêşiya Meclisa Gel a Bajarokê Girbawî rawestiya û endama Meclisa Gel a Girbawî Viyan Osê bixêrhatina endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê kir.

Viyan Osê piştgiriya xwe ji çalakiyê û komkirina îmzeyan ji bo derxistina PKK ji `lîsteya terorê` da. Piştre bi sedan şêniyên Girbawiyê îmzeyên xwe dan û pirtûkên rêber Abdullah Ocalan standin.

Paşê Pirtûkxaneya Gerok berê xwe da Qamişloyê. Di rê de şêniyên gundê Nêf derketin ser rê û sloganên “Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê” berz kirin û îmzeyên xwe dan. Piştî ku Pirtûkxaneya Gerok gihaşt Qamişloyê, bi sedan şêniyan pirtûkên rêber Abdullah Ocalan wergirtin û îmzeyên xwe tomar kirin. Dûre pirtûkxaneyê berê xwe da Zanîngeha Rojava.

Tê payîn ku sibe Pirtûkxaneya Gerok berê xwe bide navçeya Tirbespiyê. Çalakî dê heta 24`ê Çileyê dewam dike.

(sb)

ANHA