​​​​​​​QSD’ê bîlançoya êrişên dagirkeriyê yên 15 rojên dawîn eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojavayê Sûriyê ragihand. QSD’ê diyar kir ku zêdetirî 225 êriş pêk hatine û di êrişan de 31 welatî birîndar bûne û welatiyekî jî jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​QSD’ê bîlançoya êrişên dagirkeriyê yên 15 rojên dawîn eşkere kir
17 ÇILE, 2022   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di daxuyaniya xwe ya li ser malpera xwe ya fermî de ev agahî dan:

“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, sala borî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû hevpeymanên navdewletî û herêmî binpê kirin û bi êrişên xwe gelek sûc kirin û di 15 rojên destpêkê yên 2022’yan de jî ji êrişkariya xwe gav paş de neavêtiye. Dewleta Tirk a dagirker ji bêdengiya navneteweyî sûd wergirt û di van 15 rojan de bi firsendekê li ser Şehba, Minbic, Kobanê, Eyn Îsa, Til Temir, rêya M4 a navneteweyî, Til Temir û Dirbêsiyê êriş pêk anîn. Ji bo ku êrişên xwe yên li ser herêmê rewa nîşan bide, bi îdiayên wekî gelek şervanên me şehîd xistine, xwest raya giştî qane bike. Lê berovajî wê bîlançoya li jêr xuya dike ku êrişên wê yên li hember welatiyên me pêk anîne, li herêmê rê ji tevliheviyê, qirkirinê û zindîkirina DAIŞê re vedike û ev bi aşkera li ber çavan e.

Encamên êrişên dagirkeriyê yên 15 rojên destpêkê yên sala 2022’an;

KOBANÊ

Balafirên keşfê 20 caran li asîmanên Kobanê û 4 caran jî di navbera Kobanê û Sirînê de firiyane.

Di encama tobarana artêşa Tirk a dagirker li ser navenda Kobanê û gundên derdora wê de, 5 ji wan giran, 12 welatî birîndar bûne. Di demên cuda de gundê Qeremoxê ku dikeve rojhilatê Kobanê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hat topbarankirin. Di wê topbaranê de 3 jin û zarokek birîndar bûn. Her wiha kalekî ji vî gundê jî di encama topbaranê de jiyana xwe ji dest da.

Artêşa Tirk di serî de navenda Kobanê kir hedef û dûre jî gundên di navbera navenda Kobanê û Girê Spî de; gundên Qeremox, Xanê, Til Hacib, Serzorî û Gultepe topbaran kirin. Di encama topbaranê de sivîlek şehîd bû û 11 sivîl jî birîndar bûn. Di nav birîndaran de zarokekî lingekî wî qut bûye, heye. Serfermandariya dewleta Tirk ev geşedanên bi giştî qewimîne, bi şiklekî derew û şerekî taybet wekî ku 12 şervanên me şehîd xistine, ji çapemenî û raya giştî re parve kiribû.

Dîsa li gundê Qeremoxê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi suîkastê 2 leşkerên rejîma Sûriyê hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

GIRÊ SPÎ

Gundên dikevin rojavayê Girê Spî jî bi awayekî dijwar hatin topbarankirin. Gundên Kor Hesen û Xirbet Beqer 3 caran û gundê Golteb jî 6 caran bi obûsan hatin topbarankirin. Her wiha gundên Bîr Nasir jî bi dehan caran rastî êrişên topbarana hewanan hat. Her wiha gundên Silêbî, Bîr Xat, Um Huwêyş, Xirbet Faris, Serzûrî, Huriye, Mixtariyê û El-Suwan bi awayekî dijwar bi obûs û hewanan topbaran kirin. Gundê Cirin 3 caran bi hewanan û 2 caran bi moşekan, gundê Zenûbiya 3 caran û gundê El-Erîda jî 2 caran bi hewanan hatin hedefgirtin. Di encama topbaranê de sivîlek birîndar bû û ziyanên mezin ên madî dan gundan.

EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker gundên Eyn Îsa yê milê rojava û rojhilatê dikevin bi obûs, hewan û guleyên tankan kirin hedef. Gundên Hoşan û Xalidiyê ku dikevin rojavayê Eyn Îsayê bi obûs, hewan û guleyên tankan hatin hedefgirtin. Di encama bombaranê de 3 sivîl birîndar bûn. Li gundê Sefawiyê û Fatsayê jî 11 guleyên hewanan ketin. Dîsa bi obûsan êriş birin ser gundê Mişêrfa yê li ser rêya M4 e û dikeve rojhilatê Eyn Îsa û Kampa Eyn Îsayê.

TIL TEMIR

Gundên li ser xeta Til Temir û Zirganê bûn hedefa obûsên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê. Bi topên hewanan bi dijwarî gundên Um El Kêf, Til Kîfçî, Til Tewîl, Til Cûma û Til Şenan hatin topbarankirin. Her wiha gundên Dirdara 6, gundê Um El Kêf 32, El Ebûş 9, Til Şenan 2, gundê Kozeliyê û Til Tewîl 10 û gundê Til Cûma jî bi 3 guleyên obûsan hatin topbarankirin. Li piraniya gundan ziyanên madî çêbûne.

ZIRGAN

Artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî bi guleyên obûsan li navenda navçeya Zirganê xistin û bi obûs û hewanan êriş birin ser gundên girêdayî Zirganê; Esediyê, Nîwîhat, Til El Werd û Til Şeîr.

Dîsa li ser xeta Til Temir û Zirganê balafirên keşfê çend rojan digeriyan.

MINBIC

Li asîmanê Minbicê gera balafirên keşfê dem bi dem berdewam kir û di encama lêdana balafireke keşfê ya dron de, sivîlek birîndar bû.

TIL RIFET

Til Rifetê û derdora wê bi topên obûsan hat topbarankirin.

ŞEHBA

Gundên girêdayî herêma Şehbayê û gundên girêdayê Efrînê, bi obûs û hewanan hatin hedefgirtin. Li gundê Eyn Deqnê 6, Til Madîqê 4, Hirbilê 4, Minixê 2, Şiwarika 7 û bendava Şehbayê 4 guleyên obûsê lê ketin. Dîsa li ser gundên Belûniyê û Şêx Îsa hem bi topbarana hewanan çêbû hem jî 10 guleyên obûsê avêtin van gundan.

Gundên Maranez û Malîkiyê yê li ser navçeya Şera ya Efrînê 9 guleyên obûsê û 6 guleyên obûsê avêtin gundê Îrşadiyê. Dîsa 30 topên hewanê avêtin gundê Soxanekê yê girêdayî Şêrawa.

Di vê herêmê de girêdayî êrişên topbarana dewleta Tirk a dagirker balafirên keşfê jî qederekê geriyan.

Artêşa Tirk a dagirker ji xeta Şehbayê heta Zirganê di kêleka van êrişan bi sedan caran bi çekên giran êriş kiriye.

Di van 15 rojan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê;

Li zêdetirî 225 caran bi hewan, obûs û bi tankan êriş kiriye. Di encama van êrişan de 31 welatiyên me birîndar bûne. Welatiyekî me jî jiyana xwe ji dest daye.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê cihên ku di tu rewşan de nayên hedefgirtin, kir hedef. Mizgefta li gundê Zirganê ji aliyê dagirkeran ve hat hedefgirtin û xirakirin.”