​​​​​​​Îstixbarata dewleta Tirk li Girê Spî 150 kes revandin

Li gorî çavkaniyên xwecih ên li Girê Spî, îstixbarata dewleta Tirk a dagirker tevî komên çeteyan 150 kes li bajarokê Silûkê revandin.

​​​​​​​Îstixbarata dewleta Tirk li Girê Spî 150 kes revandin
17 ÇILE, 2022   11:13
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan, îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên El-Amşat duh bi ser malên şêniyên gundê Doxaniyê de girt û 150 kes revandin. Di nav revandiyan de endamên berê yên komên çete hene ku ji ber qutkirina meaşan ji komên çeteyan qut bûbûn.

Heman çavkaniyan diyar kir ku îstixbarata dewleta Tirk çekên bi kesên revandî re desteser kirin û çeteyên girtî şandin Tirkiyê. Sivîlên girtî jî şandin navenda xwe ya li Girê Spî ya dagirkirî.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di çarçoveya temamkirina projeya mêtingerî û guhertina demografiya herêmê de pêkanîna sûcan li dijî kesên ji kantonê derneketine, didomînin.

(şx)

ANHA