Çalakiya konvedanê ya li Kobanê berdewam e

Li Kobanê şêniyên kantonê serdana çalakiya konvedanê ya li Qada Şehîd Egîd dikin ku ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajêr û herêmê li dar dikeve.

Çalakiya konvedanê ya li Kobanê berdewam e
17 ÇILE, 2022   11:09
KOBANÊ

Di roja duyemîn a çalakiyê de 2 şande ji navçeyên Şêran û Çelebiyê yên kantona Kobanê serdana çalakiyê kir.

Di çalakiyê de hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Şêran Ezîz Hec Mehmûd axivî û pêwîstiya sekna li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê piştrast kir.

Ezîz Hec Mehmûd bang li şêniyan kir ku bi rêbazên şerê taybet neyên xapandin ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dimeşîne û got: “Çareseriya yekane ya têkbirina van êrişan, hevgirtina gelên herêmê ye.”

Her wiha di çalakiyê de hevseroka Meclisa Navçeya Şêran Lutfiye Silêman axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajêr şermezar kirin û wiha domand: “Armanca sereke ya wan êrişan, têkbirina projeya demokratîk a li herêmê ye.”

Lutfiye destnîşan kir ku dema dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê bi bin ket, niha tola xwe ji sivîlan hiltîne.

Sibê dê 2 şande ji navçeyên Qenayê û Sirînê tev li çalakiyê bibin û piştre çalakî dê bi dawî bibe.

(şx)

ANHA