Loqman Ehmê li hemberî ambargoyê banga xurtkirina berhemên xwecihî li gel kir

Di demekê de ku ambargoya aborî li ser herêmê hatiye ferzkirin, berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Loqman Ehm got, divê projeyên herêmî pêşbixin da ku ev alozî were derbaskirin.

Loqman Ehmê li hemberî ambargoyê banga xurtkirina berhemên xwecihî li gel kir
16 ÇILE, 2022   09:14
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Têkildarî ambargoya li ser gelê herêmê hatiye ferzkirin, berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Loqman Ehmê ji ANHA`yê re axivî.

Loqman Ehmê got: "Rêveberiya Xweser ji dema ku hatiye damezirandin ve di 2014`an de û heta niha bi zextên leşkerî û aborî re rû bi rû ye. Armanc ji vê yekê jî ew e ku projeya wê ya demokratîk ku daxwazên gel bi cih tîne, têk biçe."

Loqman Ehmê diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji hundirê civakê derdikeve û wê hembêz dike, bingeha wê jî vîn û daxwazên hemû pêkhateyan e û wiha gotina xwe dewam kir: "Ji lewma hemû sîstemên destpotîzim çi hikumeta Şamê û çi sîstemên cîranê Sûriyê bin, şerê vê projeya demokratîk dikin ji ber ku ne li gorî hişmendiya wan a desthilat e."

JI GELEK ALIYAN VE AMBARGO HATIYE FERZKIRIN

Loqman Ehmê destnîşan kir ku hewldanên têkbirina projeya Rêveberiya Xweser ji êrişên leşkerî dest pê kir, mînaka wê jî dagirkirina herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye. Ehmê wiha axaftina xwe dewam kir: "Sîstemên desthilat negihaştin armancên xwe, ji ber ku gelê herêmê û QSD`ê li ber xwe da, ji lewma rêbazên din ji wan ambargoya aborî dan meşandin ."

Ehmê bal kişand ser şêwazên şerê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha dewam kir: "Beriya vê ambargoyê jî, ambargoya avê hate ferzkirin, dewleta Tirk ava Firatê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut kir, dûvre jî ava vexwarinê li ser kantona Hesekê û gundewarê wê qut kir."

Ehmê got, PDK`ê jî gelek caran deriyê Sêmalka yê sînor girt, da ku zextê li Rêveberiya Xweser bike ku welatî nikaribin hewcedariyên xwe peyda bikin.

Hêzên PDK'ê piştî ku deriyê sînor ê Pêşxabûr girt, 19'ê Kanûna 2021'an deriyê El-Welîd ê li beramberî deriyê Siwêdiyê yê li herêma Koçerat jî girt.

'HÊZÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ HEWLDANA TÊKBIRINA RÊVEBERIYA XWESER DIKIN'

Loqman Ehmê diyar kir ku sîstem û hêzên desthilat ên derdora Rêveberiya Xweser çi hikumeta Şamê be, çeteyên artêşa Tirk be yan jî Başûrê Kurdistanê dixwazin ji hemû aliyan ve rêveberiyê têk bibin. Ehmê bi domdarî got: "Hin aliyên navneteweyî yên wekî Rûsyayê ku li dijî vekirina deriyê Til Koçerê veto li Meclisa Ewlekariyê ya NY`yê bi kar anî, herêm dorpêç kir."

Piştî girtina deriyê Til Koçerê di Hezîrana 2021'an de hikumeta Şamê 22`ê Adara 2021`ê, deriyê Tebqayê yê di navbera herêmên di bin kontrola wê û herêmên Rêveberiya Xweser de, girt.

Loqman Ehmê piştrast kir ku heta çareseriyeke siyasî û demokratî ji aloziya Sûriyê re neyê dîtin, ambargoya aborî bi dawî nabe û wiha axivî: "Heta niha û di dirêjahiya 8 salan ji damezrandina Rêveberiya Xweser ve, rêveberiyê xwe spart têkoşêna gel û baweriya bi vê projeyê ku yekane rêbazê bidestxistina mafên gel e û bi vêyekê karî gelek zehmetiyan derbas bike."

ꞌDIVÊ WELATÎ LI BERHEMÊN HERÊMÎꞌ

Loqman Ehmê da zanîn ku divê gel xwe îdare bike û projeyên biçûk pêşbixin da ku vê ambargoyê derbas bikin.

Rêveberiya Xweser ji destpêka hatiye avakirin ve hewl dide hemû hewcedariyên xizmetguzariyê, tibî û xwarinê ji welatiyan re peyda bike. Rêveberiyê gelek kargeh vekirin, ji wan Kargeha (my sun) a pakkirina avê, kargeha teksîl, kargeha Zozan  mast û penêr û kargeha zeytê.

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Loqman Ehmê di dawiyê de îşaret pê kir ku divê welatî projeyên herêmê vekin da ku aloziya aborî were derbaskirin.

(eh)

ANHA