​​​​​​​Şîrovekarekî siyasî: Tevgera Nehda di aliyê siyasî de nefesa dawî dikişîne

Girtekên ku desthilata Tunisê li dijî kesayetên mezin ên girêdayî Tevgera Nehda ya Îxwanî girtine, di çarçoveya hewldanên tunekirina tevgerê de têne ku di nav 10 salan de jiyana siyasî wêran kir. Şîrovekarekî siyasî yê tunisî diyar kir ku tevgerê nefesên dawî dikişîne û maye ku di demeke nêzî de derkeve pêşberî dadgehê.

​​​​​​​Şîrovekarekî siyasî: Tevgera Nehda di aliyê siyasî de nefesa dawî dikişîne
16 ÇILE, 2022   06:52
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞEYMA ELÎ

25'ê Tîrmehê, destpêka bidawîbûna Tevgera Nehda ya Îxwanî ya li Tunisê bû. Ev yek piştî girtekên ku serokê Tunisê Qeys Sieyîd girtine pêk hat, ku di heman demê de  xebatên parlamantoyê ku Tevgera Nehda lê serwer bû, rawestandin, her wiha hikumeta Hişam El-Mişîşî ji kar dûr xist û hikumeteke din li şûna wî erkdar kir. Niha diyar e ku pêvajoya hesabpirsînê ji îxwanan dest pê kir ku 10 salan welat bi rêve bir. Çavdêran pêvajoya desthilata El-Mişîşî bi dehsalên tarî bi nav kiribûn.

Ji destpêkêa ragihandina van girtekan û gavên dadwerî yên li pey wê yên bi mebesta hesabpirsîna gendeliyan ve, Tevgera Nehda ya îxwanî ya li Tunisê bi komek tawanên girêdayî gendeliya di warê siyasî de, wergirtina pereyên ji derve û derbaskirina dadweriyê re rû bi rû maye. Her wiha bi tawanên girêdayî terorîzmê û dosyaya kuştina siyasetmendaran ve rû bi rû ye.

TEVGERÊN JI BO LAWAZKIRINA NEHDAYÊ

Girêdayî mijarê, Wezareta Hundirîn a Tunisê di 31'ê Kanûna borî de ragihandibû ku li gorî xalên qanûna rewşa awarte, li dijî Nûredîn El- Buheyrî, Cîgirê Serokê Tevgera Nehda û berpirsê berê yê Wezareta Hundrîn Fethî El-Beledî du biryar ji bo pêkanîna hepsa malê girtine.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got, "Li gor qanûna ku rewşa awarte, bi taybetî beşa pêncemîn ya girêdayî  hejmara 50 ya sala 1978'an ya 26'ê Çileya 1978'an, ku destûr dide her kesê ku di hepsa malê de bimîne da ku ewlekarî û sîstema giştî werin parastin 2 biryarên hepsa malê hatin girtin.”

Nûredîn El-Bihêrî di navbera salên 2011 û 2013’an de di hikûmeta Hamadî El-Cebelî de Wezîrê Dadê bû, piştre di navbera 2013 û 2014’an de bû wezîr ku di hikumeta Elî El-Erîdî de ji bo serokwezîr hate pejirandin.

TUNEKIRINA ÎMPRATORIYÊ

Li gorî çavdêran; El-Bihêrî wek destê rastê yê Xenûşî ye, jê re "Împaratorê Dadweriyê" tê gotin. El-Bihêrî 82 dadwer ji erkên wan dûrxistin û ew bi "gendeliyê" tawanbar kirin. El-Bihêrî bi kontrolkirina dosyayên hestiyarî yên girêdayî Dozgeriya Giştî û bikaranîna wê ji bo berjewendiyên Tevgera Nehdayê hate tawanbarkirin. Her wiha bi avêtina dosyayan û şopandina hemû dosyayan ji nêzî ve hatibû hawanbarkirin ku di sala 2012'an de bi rêya dozgerê giştî El-Beşîr El-Ekrîmî kiribû. Herî dawî di sala 2021'an de bi tawana veşartina delîlan, nemaze dosyayên girêdayî kuştina muxlifan Şukrî Belîd û Mihemed Brahîmî di sala 2013'an de û sûcên din ên terorîst, sewqî edaletê hate kirin.

Serokê Tunisê Qeys Sieyîd di gelek daxuyaniyan de îşaret bi El-Bihêrî kir bêyî ku navî wî eşkere bêje  û ew bi telifkirina belgeyên Wezaretê Dadê û kontrolkirina dozgeriyê tawanbar kirine. Her wiha behsa dewlemenî û milkên wê yên biguman kir ku jêdera wan ne nas e.

Ji sala 1977'an ve, El-Bihêrî endamekê Tevgera Neda ye û di navbera Sibat û Îlona 1987'an ji ber vê endamtiyê hatibû girtin.

NEHDA ŞERMEZAR KIR

Tevgera Nehda girtina cîgirê serokê tevgerê Nûredîn El-Bihêrî ji aliyê hêzên ewlehiya Tunisê ve weke revandinê, nirxand.

Tevgera ku Serokkomar Qeys Sieyîd bi darbeya piştî betalkirina parlementoyê sûcdar dike, di daxuyaniyê de got, "Tevgera Nehda vê bûyera xeternak a ku pêşbîniya ketina tunela zilmê dike, bi tundî şermezar dike."

GIRTEKÊN QANÛNÎ

Li ser sedem û encamên girtina El-Bihêrî, nivîskar û lêkolînerê siyasî Nizar El-Celîdî wiha got: “Sepandina xala pêncî ya qanûna Tunisê, ango hepsa malê, li dijî Nûredîn El-Bihêrî ku yek ji serokên Tevgera Nedayê ye girtekeke qanûnî ye. Nemaze piştî ku hemû nîşane li dijî wî eşkere bûn, ji dosyayên germ ên li dijî wê, terorîzm e û ya duyem jî dayîna pasaportan ji terorîstên ku çûne Sûriyê. Ji wê zêdetir karsaz şantaj dikir, her wiha desthilatê di kapasîteya xwe de wek Wezîrê Dadê û wek endamê tevgera Nehdayê bi kar dianî."

Nîzar El-Celîdî bi berdewamiya axaftina xwe de got, "Heya vê kêliyê dosyaya herî tevlihev; dosyaya dayîna destûra ajotina taksiyê ji terorîstên ku ji Sûriyeyê vedigerin re da ku terorîstan li Tunisê bi cih bikin. Ev girtina qanûnî û nêzîkatiyên ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tûnisê ve di çarçoveya qanûnekê de ye ku rêz ji tedbîran re girtin, berovajî tiştên ku Îxwan îdia dikin. Biryar gelekî sembolîk e, ji ber ku li pişt dosyayên mezin ên ku yek li pey hev dikevin, eşkere bûn."

Wezîrê Hundirîn ê Tunisê Tewfîq Şerefedîn got ku du biryarên hepsa malê yên li dijî rêberê Tevgera Nehda Nûredîn El-Bihêrî û berpirsê berê yê Wezareta Hundirîn Fethî El-Beldî hatin girtin, girêdayî gumanên cidî yên têkildarî çêkirina neqanûnî û şandina sertîfîkayên netewetiyê, kartên nasnameyê û pasaportan ji bo kesên ku navên wan negotiye.

Şerefedîn eşkere kir ku li ser bingeha lêkolînên pizîşkî, gumana terorê di vê dosyayê de heye. Wezîr her wiha eşkere kir ku piştî astengkirina rêkarên dadwerî biryara hepsa malê hat dayîn, lê ti sedemek ji bo rawestandina wan tune bû.

EL-XENÛŞÎ JI BO DADGEHÊ

Biryarên dewleta Tunisê yên ji bo tasfiyekirina Tevgera Nehda nesekinîn, piştî girtina El-Bihêrî, 19 kes ji ber sûcên hilbijartinê sewqî dadgehê hatin kirin, serokê tevgerê Raşid El-Xenûşî jî di nav de ye.

Dadweriya Tunisê biryar da ku 19 kes bi sûcdariya "binpêkirina hilbijartinan" sewqî dadgehê kirin, di nav wan de serokê Tevgera Nehda Raşid El-Xenûşî  û serokê berê Muncef El-Merzuqî jî hene.

Ev yek bi daxuyaniya Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan ya Dadgeha Asliyeyê ya li paytext Tunisê hat.

Li gorî daxuyaniyê, biryara sekinandinê ji ber "sûcên hilbijartinê" (di dema hilbijartinên 2019'an de) weke bikaranîna propagandaya neqanûnî ya hilbijartinê bi rêya medyaya civakî û propaganda di dema bêdengiya hilbijartinê de hatiye dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, di nav wan kesên ku ji bo meclisê hatine şandin de; Xenûşî, El-Merzûqî, serokê partiya Qelb Tunis û bernamzetê serokomariyê yê hilbijartinên 2019'an Nebîl Qurewî û wezîrê berê yê parastinê Ebdulkerîm Zubeydî” hene. Her wiha serokên berê yên hikumetê Yûsif Şahid, Îlyas El-Fexax, Mihdî Cuma û Hemadî El-Cebalî jî hene.

Têkildarî sedemên rakirina Xenûşî û kesên din bi sûcên hilbijartinên ji bo dadgehê El-Celîdî wiha got:  "Dadgehekkirina Xenûşî wekî ku serokî Îxwan û tevgerê ji ber ku tunekirina pereyên biyanî ne ku jiyana siyasî xirab kir, nemaze ku di propagendayên hilbijartinan de bi kar anîn. Ev yek careke din asta gendeliya li gel îxwnan eşkere dike."

NEHDA NEFESA DAWÎ YA SIYASÎ DIKIŞÎNE

Şopdarên karûbarê Tunisê dibêjin ku biryarên li dijî Tevgera Nehdayê ku di van demên dawî de hatine girtin, tê wateya bidawîkirina rola tevgerê di qada siyasî ya Tunisê de.

Di vî warî de, El-Celidî biryarên li dijî El-Bihêrî û Xenûşî weke dawîhatina Tevgera Nehda di warê siyasî de û destpêka hesabpirsîna wê ya rêxistinî û siyasî nirxand, ji ber ku ew berpirsê gendeliyê di deh salên borî de ye.

El-Celidî got ku "Tevgera Nehda êdî piştgiriya mezin a ji derve nemaye piştî ku di hundirê xwe de wenda kir ku ji bo kampanyayên îftirakirinê û hedefgirtina sembolên dewletê bi rêya rûpelên bi pere bi kar dianî."

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Nizar El-Cedidî got, tevgera Nehda di warê siyasî de nefesa dawî dikişîne û maye ku di demek nêzîk de derkeve pêşberî dadgehê.

ANHA