Bangên derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" didomin

Şêxê eşîra Sebxe û hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqa banga derxistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" kir û got: "Vê partiyê şerê terorê kir û kesên bi vê yekê rabe nabe mirov vê sîfetê lê bike.''

Bangên derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" didomin
15 ÇILE, 2022   01:45
REQA-XALID CUMA

Ji bo Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji "lîsteya terorê"  yên DYA û Konseya Ewropayê bê derxistin, 13’ê Kanûnê bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî kampanyayek hate destpêkirin.

Têkildarî mijarê şêxê eşîra Sebxe ya bajarê Reqayê Tirkî Soan axivî û got, rûspî û şêxên eşîrên bajarê Reqayê û gundewarê wê berê û niha jî banga derxistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" dikin.

Tirkî Soan ev li axaftina xwe zêde kir: "Em banga derxistina navê PKK`ê ji vê lîsteyê dikin, ji ber ku me armanc û karê Partiya Karkerên Kurdistanê dît û derket ku ne wekî rejîma Tirkiyê di salên berê de îdia dikir."

Soan piştrast kir ku projeya PKK`ê li ser bingeha neteweya demokratîk hatiye avakirin û niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê pêkanîn, di heman demê de yekitiya gelê herêmê ava kir.

ꞌPKK XIZMETA HEMÛ NETEWEYAN DIKEꞌ

Soan da zanîn ku armanca PKK'ê ne parçekirin û rijandina xwînê ye, di heman demê de ne ku xizmeta neteweyekê bi tenê dike, lê belê xizmeta hemû neteweyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn dike.

Soan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya medya û kiryarên xwe dixwaze navê PKK`ê xirab bike û ev lê zêde kir: "Me dît bê dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi sûc, revandin, qetilkirin û koçberkirin pêk anî."

Soan ev pirs kir: "Di vê rewşê de kî teror e? Ê ku qetil dike, koçber dike û mirovan direvîne yan ê ku mirovan diparêze, şerê terorê û yekitiya gelê herêmê ava dike?"

Tirkî Soan bang li hemû aliyên navneteweyî kir ku navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" derxin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji ber ku piştî me armancên vê partiyê ji nêz ve nas kir ku di têkbirina terora DAIŞ`ê de roleke mezin lîst, em bi ewlehî û aramî jiyan."

Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Hewaş axivî û got: "Berê me bi rêya dezgehên ser bi dewleta Tir ve dibihîst ku ev partî teror e û li dijî mirovahiyê sûcan pêk tîne, lê di salên dawî de û piştî vê partiyê em ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûn, berovajî vê yekê derket."

Hewaş destnîşan kir ku PKK û QSD`ê ku ji hemû pêkhateyên herêmê pêk tê, li herêmê şerê DAIŞ`ê kirin ku gef li cîhanê bi giştî û li Ewropayê bi taybet, dixwarin.

Mihemed Hewaş wiha axaftina xwe dewam kir: "Tişta me li bajarê Reqayê dît ew e ku armancên destpêkê yên PKK`ê pêkanîna demokrasiyê û yekitiya gelê herêmê ye. Me tu sûcên terorîstane yên li dijî mirovahiyê li herêmê nedît, lê me ewlehî dît û hemû beşên civakê nêrîna xwe bi serbestî dibêjin."

Hewaş bang li civaka navneteweyî û hemû aliyên peywendîdar kir ku biryarê ji nû ve di berçavan re derbas bikin û navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" derxin û li hemberî biryarên wiha, li gorî rêgezên exlaqên navneteweyî tev bigerin.

(eh)

ANHA