Têkoşîna Kongra Star û jineke filistînî

Mûna Yûsif ji Filistînê ye û li Rojavayê Kurdistanê dijî. Mûna wek jineke Ereb cihê xwe di nava jinên di bin ala Kongra Star de digire û dibêje “Kongra Star em ji aliyên îdeolojîk û rêxistinî ve perwerde kirin da ku bibin malbateke demokratîk a mezin.”

Têkoşîna Kongra Star û jineke filistînî
Têkoşîna Kongra Star û jineke filistînî
Têkoşîna Kongra Star û jineke filistînî
Têkoşîna Kongra Star û jineke filistînî
Têkoşîna Kongra Star û jineke filistînî
Têkoşîna Kongra Star û jineke filistînî
15 ÇILE, 2022   00:37
QAMIŞLO - SILAVA EBDUREHMAN

Mûna Yûsif jineke filistînî ye, di 1946’an de tevî malbata xwe koçberî Sûriyê dibe. Di 1992’yan de bi mêrekî Kurd re dizewice û bi rêya wî Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike.

Bi destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya 2012’an li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, Mûna Yûsif (40) tev li refên şoreşê dibe. Da ku serî li dijî kevneşopî û adetên têkçûyî serî hilde û xwe rizgar bike, her wiha li dijî zîhniyeta serdestiya mêran derkeve.

Malbata hevjînê Mûna Yûsif mîna gelek malbatên Kurd ji ber zordestiya rejîmê êş kişandin. Tevî wê jî xebatên wê yên nepen di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de hebûn. Mûna Yûsif ku dayika 3 xort û 3 keçan e, tenê dizanî ku tevger di oxira pêkanîna azadiya gelên bindest de tê dikoşe.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re Mûna Yûsif jî tev li nava şoreşê bû û li ser bingeha felsefeya rêber Abdullah Ocalan dest bi meşandina xebatan kir.

Jinan li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî fikir û îdoelojiya rizgarkirina jinan dest bi xwebirêxistinê kir, saziyên taybet ên jinan ava kirin, mîna Kongra Star an jî Yekitiya Star a berê.

Yekitiya Star di 15’ê Çileya 2005’an de hate damezirandin. Ew rêxistineke jinan e û xebatên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Lubnan, Başûrê Kurdistanê û gelek welatên Ewropayê dimeşîne. Di kongreya xwe ya 6’an ya 2016’an de navê xwe kir Kongra Star.

Kongra Star, rêxistineke demokratîk e, nûnertiya jinan dike û ji bo azadiya jinan û wekheviyê li Rojava û Sûriyê tê dikoşe.

Kongra Star xwe li ser bingeh û prensîbên vîna cewherî û Rêveberiya Xweser bi tevahî jinên ji hemû gelan bi rêxistin dike, di rêxistin û têkoşîna xwe de xwe dispêre jineolojiyê. Jineolojî li hember mêtingeriya hişmendî disekine û asta zanabûna jinan, jiyana azad û têkoşîna zayendî bi pêş dixe.

`KONGRA STAR DAYIKA ÎDEOLOJÎK E`

Mûna Yûsif piştî ku li herêma Serêkaniyê ya dagirkirî di 2014’an dewreyeke perwerdeyê ya fikrî dît, erka rêveberiya Kongra Star wergirt.

Mûna Yûsif destpêkê bi xwe jî bawer nake ku ew dikare van xebatan bimeşîne. Cara yekemîn e ku di dewreyeke perwerdeyê de li ser dîroka jinan û jineolojiyê dersê dide. Têkildarî vê yekê Mûna Yûsif wiha got: "Piştî hemû nakokiyan, min bawer nekir ku ez dikarim vê yekê bikim. Ez jineke filistînî me, min tiştek li ser urf û adetên Kurdan nedizanî. Ez tenê di çarçoveya malê de dijiyam û xema min a mezin pêkanîna erkên malê bû."

Mûna Yûsif got Kongra Star “dayikek e ku tevahî jinan hembêz dike” û wiha domand: "Dayikeke biyolojîk em anîn dinê. Lê Kongra Star em ji aliyên îdeolojîk û rêxistinî ve perwerde kirin, her wiha em li ser çawa jin mafên xwe bistînin û civaka exlaqî, polîtîk û adil ava bikin ku bibin malbateke demokratîk a mezin, em perwerde kirin."

DÎROKA JINAN

Mûna Yûsif beriya dagirkirina Serêkaniyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve di 9’ê Cotmeha 2019’an de, beşdarî dewreyeke perwerdeyê ya bîrdozî bûbû. Têkildarî wê qonaxê Mûna Yûsif ev tişt anî ziman: "Min wê demê fêm kir ku ez berê rastiyê tundiyê dihatim. Ev têkoşîn mîna têkoşîna min a li Filistînê bû. Ez jî bi sedema netewebûna xwe hatim sirgûnkirin. Ez Ereb im û welatê ku tê de jiyame Ereb e û hemûyan bi doza Filistînê bang dikir, lê li ser erdê ji rastiyê dûr bû."

Mûna Yûsif wiha lê zêde kir: "Ji perwerdeya yekemîn min gelek tişt nas kirin. Tişta herî zêde bandor li min kiriye, waneya neteweya demokratîk bû. Vê waneyê pêngaveke xurt di asta fikirê min de ku mîna jineke zanîngeh qedandiye, ava kir."

Têkildarî sedemên paşguhkirina Kurdan û nasnameyên wan di demên berê de Mûna Yûsif got: "Çima kesek li ser dîroka vî gelî naaxive? Doza Kurd tenê bi dirûşm û xetên stûr dihate bihîstin. Lê di rastiyê de tiştek tune bû. Wek jineke filistînî min azar li ser xaka Sûriyê kişandin. Tevahî bi doza Filistînê bang dikin û wek doza welatê Ereban dihesibînin. Lê di rastiyê de heta nasnameya sûrî nedan min, heta qedexe bû ku di navbera herêmên Sûriyê de bigerim. Her wiha qedexe bû ku bibim karmend, heta min bawernameya zanîngehê jî wergirtibe. Armanca min tenê ew bû ku ez bizewicim û zarokên min çêbin. Tu armancên min ji bilî wê tune bûn."

Mûna Yûsif bi domdarî wiha got: "Waneyên li akademiyê li pêş min asoyên hizrî vekirin û bûn bingehên veguherînê. Lê belê li ser vê yekê dipirsim; gelo çima ev fikir belav nebû? Çima ev dîrok hatiye jibîrkirin? Çima têkoşîna vî gelî ya demdirêj hatiye nixumandin? Min gelek mijar di perwerdeyê de fêm kirin, min ji xwe re got; divê êdî ez di nava vî fikrî de bibim miroveke çalak."

Mûna Yûsif wiha pê de çû: "Min cudahiya mezin di navbera van wane û waneyên dibistanê de û tiştê di şoreşê de fêr bûme, dît. Dîrok û siyaset bi mêr, desthilat û rejîmên neteweperest ve girêdayî ne. Ev hemû li ser erdê dîktatorî ye, li gel wê jî ol ji bo armancên takekesî tê bikaranîn. Bi rêya olê bi hestên mirovan dilîzin û wan îqna dikin ku tevahî gotinên di pirtûkên dîrokê de rast in."

Kesayeta Mûna Yûsif a beriya tevlêbûna nava Kongra Star û piştî tevlêbûnê hate guhartin. Têkildarî diyalogên ku hin caran di nava endeman de çêdibûn, Mûna Yûsif ev tişt anî ziman: "Wê yekê pir sûd li min kir. Min ew nîqaş li mala xwe, di civakê û komînê de pêk anîn. Vê yekê bandoreke mezin li jinên taxê jî kir, êdî bi zelalî nêrînên xwe dibêjin. Vî fikrî gelek xewnên min pêk anîn. Min dixwest civakeke demokrat û azad ku tê de tevahî pêkhate hebin, ava bibe. Ez Ereb im û tev li tevgerê bûm û gihaştim radeyekê ku heta min ji bîr kir ji kîjan pêkhateyê me, Ereb an Kurd an Suryan im, tu cudahî tune ye."

ASTENGÎ

Mûna Yûsif da zanîn ku gelek astengiyan destpêkê pê re rû bi rû dima, zîhniyeta serdestiya mêran a civakê bû. Ji ber ku qebûl nedikir jin li derveyî malê bixebite, bi taybet di çend salên destpêkê yên şoreşê de. Lê niha rewş pir hatiye guhartin, zanabûn zêde bûye. Her wiha bi hezaran jinên ciwan di nava YPJ’ê de ne.

Li gorî mîsaqa giştî ya Kongra Star; Kongra Star, YPJ’ê wek rêxistineke parastina jinan qebûl dike û xwe berpirsê yekemîn di pêşxistin û geşkirina vê rêxistinê de dibîne.

Ev yek destpêkeke nû û nimûneyî ye. Ji ber ku li cîhanê tu rêxistineke jinan bi rihê jinan, kesayet û taybetmendiyên wê nahizire. Gelek rêxistinên jinan li cîhanê hene, lê di cewherên xwe de di bin bandora modernîteya kapîtalîst de ne.

Mûna Yûsif wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêdiviya civaka ku dixwazim were avakirin bi demê heye. Ez hêvî dikim ku enerjî û derfeta xwe bi şêweyeke mezin bi kar bînim û bi awayekî berfireh dest pê bikim da ku xwe bigihînim tevahî jinan. Armancên me mezin in. Her wiha gelek mijarên girîng û sereke hene, ew jî têkbirina dagirkeriya Tirk û naskirina Rêveberiya Xweser in. Divê jin fikirê neteweya demokratîk bi xurtî belav bikin û Kongra Star bikin navenda çareserkirina tevahî dozên xwe."

(fr)

ANHA