Êla El-Bû Xemîs: "Lihevkirin" red kir û piştgiriya xwe nîşanî Rêveberiya Xweser da

 Êla El-Bû Xemîs a herêma Tebqayê têkildarî bangên hikumeta Şamê ji "lihevkirinan" re daxuyandiyek da û ew bang red kirin û teqez kir ku hevgirtina bi Rêveberiya Xweser re dikeve xizmeta herêmê.

Êla El-Bû Xemîs: "Lihevkirin" red kir û piştgiriya xwe nîşanî Rêveberiya Xweser da
14 ÇILE, 2022   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser bangên hikumeta Şamê yên "lihevkirinên" li herêmên Reqa û Tebqa, îro êla El-Bû Xemîs li Tebqayê daxuyaniyek da. Şêx Samir Beşîr El-Hemşer daxuyanî xwend û wiha tê de hate gotin: "Em li herêmên xwe yên ku QSD`ê ji rêxistina DAIŞ`ê rizgar kirin, dijîn û tev li aktîfkirina rola saziyên sivîl û xizmetguzariyê bûn da ku destekê bidin gel û eşîrên vê herêmê."

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Em neketin û nakevin xefka van fitneyên ku hewldana derbekirina beşên civakê û derxistina nakokiyan di navbera gel û Rêveberiya Xweser de, dikin. Di heman demê de em naxwazin bibin alav ji kesên din re. Rêya me weke êl, diyar e, ew jî xizmetkirina herêmên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin. Li aliyekî din jî piştrast dikin ku di navbera me û Rêveberiya Xweser de tu pirsgirêk tune ne, ji ber ku rêveberiyeke ji şêniyên vê herêmê hatiye avakirin da ku xwe bi rê ve bibe."

Di dawiya daxuyaniyê de ev xal hate gotin: "Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin û tişta ji me re girîng ew e ku rewşa vê herêmê û parastina ewlehî û îstiqrara wê ye, divê em li dijî çi kesên hewldana têkbirina ewlehiya herêmê dikin, destek bin."

(eh)

ANHA