Cenazeyê şehîdê Heyva Sor a Kurd Basim Mihemed bi merasîmekê hate veşartin

Cenazeyê endamê Heyva Sor a Kurd Basim Mihemed bi merasîmekê li gundê Şercî yê Hesekê hate veşartin.

Cenazeyê şehîdê Heyva Sor a Kurd Basim Mihemed bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Heyva Sor a Kurd Basim Mihemed bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Heyva Sor a Kurd Basim Mihemed bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Heyva Sor a Kurd Basim Mihemed bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Heyva Sor a Kurd Basim Mihemed bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Heyva Sor a Kurd Basim Mihemed bi merasîmekê hate veşartin
13 ÇILE, 2022   14:44
HESEKÊ

Xebatkarê Heyva Sor a Kurd Basim Mihemed 11'ê Çileyê dema ku erka xwe li kampa Holê bi cih dianî di êrişeke şaneyên çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, endamên Heyva Sor a Kurd û saziyên civaka sivîl û hevalên şehîd, beşdarî merasîmê veşartina cenazeyê wî  bûn ku a ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ve hate birêxistinkirin.

Girse cenazeyê şehîd Basim Mihemed ji avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ku bi wêneyên şehîd hatibû xemilandin ber bi goristana şehîdên sivîl a li gundê Şercî ve çûn.

Li goristanê  ji bo şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ebdî Şêxo axivî, sersaxî ji malbata şehîd Basim Mihemed re xwest û got: "Şehîd Basim bê dudilî erka ku diket sermilê wî bi cih dianî, dema ku li kampa Holê li ser karê xwe şehîd bû."

Şêxo êrişên li dijî nuqteyên tenduristiyê şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyartiyên xwe li hemberî dosyaya DAIŞ'ê bi cih bîne.

Hevserokê Heyva Sor a Kurd Ebdî Emîn jî wiha got: " Hevalê xwe yê hemşîre Basim dema ku xizmeta tunduristiyê pêşkêşî niştecihên kampa Holê dikir, şehîd bû. DAIŞ'ê hîna heye û şerê mirovahiyê dike."

Emîn diyar kir ku armanca DAIŞ'ê ji van sûcan ew e ku tirsê belav bike û saziyên ku xizmeta mirovahiyê dike, bigire û wiha domand: "Careke din em dûbare  dibêjin ku çi dibe bila bibe, em ê li ser karê xwe yê mirovî bin. Heyva Sor a Kurd dê xebata xwe li ser xeta azadî, demokrasî û mirovahiyê bidomîne."

Xwişka şehîd Basim Mihemed, Besma Mihemed jî axivî û ev tişt anî ziman: "Divê cîhan bi berpirsyartî tevbigere û DAIŞ li herêmê bi dawî bike. DAIŞ'ê ciwanan qetil dike û jiyana zarokan wêran dike û wan ji bavên wan dûr dixe."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Piştre nimêj li ser cenaze hate kirin û di diruşmeyan hate veşartin.

ANHA