Kongra Star li navçeyên Girkê Legê û Çilaxa salvegera 17`an a xwe pîroz kir

Şêniyên navçeyên Girkê Legê û Çilaxa salvegera 17`an a damezirandina Kongra Star pîroz kir.

Kongra Star li navçeyên Girkê Legê û Çilaxa salvegera 17`an a xwe pîroz kir
Kongra Star li navçeyên Girkê Legê û Çilaxa salvegera 17`an a xwe pîroz kir
Kongra Star li navçeyên Girkê Legê û Çilaxa salvegera 17`an a xwe pîroz kir
Kongra Star li navçeyên Girkê Legê û Çilaxa salvegera 17`an a xwe pîroz kir
Kongra Star li navçeyên Girkê Legê û Çilaxa salvegera 17`an a xwe pîroz kir
Kongra Star li navçeyên Girkê Legê û Çilaxa salvegera 17`an a xwe pîroz kir
Kongra Star li navçeyên Girkê Legê û Çilaxa salvegera 17`an a xwe pîroz kir
Kongra Star li navçeyên Girkê Legê û Çilaxa salvegera 17`an a xwe pîroz kir
Kongra Star li navçeyên Girkê Legê û Çilaxa salvegera 17`an a xwe pîroz kir
12 ÇILE, 2022   19:29
QAMIŞLO

Kongra Star li navçeyên Girkê Legê û Çilaxa yên Qamişloyê bi du şahiyan salvegera 17`an a xwe pîroz kir.

Endamên Kongra Star û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl beşdarî şahiya li Girkê Legê bûn.

Di şahiyê de hevseroka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Girkê Legê Eyhan Murad axivî û salvegera damezirandina kongrayê pîroz kir.

Eyhan Murad got têkoşîna jinan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li cîhanê bi giştî, bûye sembola azadiyê. Jinan destkeftiyên mezin bi dest xistin û têkoşîneke bê hempa nîşan da.

Endama rêveber a Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Narîşan Berakat têkoşîna jinan silav kir û bi taybet şervanên YPG, YPJ û Kongra Star.

Narîşan Berakat destnîşan kir ku damezirandina Kongra Star yek ji destkeftiyên jinan e.

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa jî bi boneya salvegera 17`an a damezirandina Kongra Star şahiyek li dar ket.

Di şahiyê de endama Kongra Star Rîhan El-Debo axivî û behsa armancên kongrayê ji bo parastina mafên jinan û belavkirina têgeha azadiya jinan di civakê de kir.

Rîhan El-Debo got jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadkirina jinan gavên mezin avêtin û gelek destkeftî bi dest xistin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

(şx)

ANHA