Rêveberiya nexweşxaneya Kobanê: Rewşa birîndaran baş e

Rêveberiya nexweşxaneya Kobanê diyar kir ku rewşa birîndarên ku di encama bombebarana artêşa Tirk de birîndar bûbûn, baş e û dê di demeke nêzîk de ji nexweşxaneyê bên derxistin.

Rêveberiya nexweşxaneya Kobanê: Rewşa birîndaran baş e
11 ÇILE, 2022   07:54
KOBANÊ

Agahiyên ji rêveberiya nexweşxaneya Kobanê der barê rewşa birîndaran de, çend roj piştî topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser bajarê Kobanê û gundewarên wê, ji raya giştî re hatin ragihandin.     

Rêveberiya nexweşxaneyê eşkere kir ku 7 birîndar di rojên destpêkê de piştî ku rewşa wan baş bû, ji nexweşxaneyê derketin û 4 ji wan jî li nexweşxaneyê man, tenê birîndareke jin a bi navê Besne Henîfî, ji nexweşxaneyên Reqayê re hat veguhastin, piştre veguhastin nexweşxaneyeke Qamişloyê.          

Rêveberiya nexweşxaneya Kobanê der barê 4 nexweşan de ku di nexweşxaneyê de mane, ragihand ku rewşa zarokê bi navê Ebdo Mistefa Henîfî ne baş bû, lê piştî tedbîran, niha rewşa wî baş e û rewşa 3 kesên din jî baş e, dê di çend rojên bê de ji nexweşxaneyê werin derxistin.

Bijîşkê Bextiyar Mûderês got dema ku birîndar gihaştin nexweşxaneyê, rewşa birîndaran cuda bû û rewşa hinek ji wan giran bû. Lê tevahî kadroyên nexweşxaneyê bi erka xwe rabûn.

Bextiyar Mûderês diyar kir ku piştî testên ku ji birîndaran re hatine girtin, diyar bû ku nexweş dikarin li malê werin dermankirin.        

(dx)

ANHA