Li Silêmaniyê erd hejiya

Berê niha çend deqîqe erdhejek li Silêmanî rûda û ji aliyê gelek welatiyan ve hate hîs kirin.

Li Silêmaniyê erd hejiya
10 ÇILE, 2022   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên destpêkê, li navenda navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê erdhej bi pileya 4.5 rûda ye. Têgotin erdhej bi kûrahiya 10 kîlometre û firehî jî 30 kîlometre bi bandor bûye.

Têkildarî zirerên giyanî û madî heya niha ti zanyariyek bidest neketiye.