​​​​​​​Balafireke bêmirov a Tirkiyê li asîmanê Kobanê digere

Careke din balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li asîmanê Kobanê, piştî ku beriya du rojan bajar û gundewarên wê hatin bombebarankirin, digere.

​​​​​​​Balafireke bêmirov a Tirkiyê li asîmanê Kobanê digere
9 ÇILE, 2022   21:29
KOBANÊ

Di van kêliyan de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li asîmanê Kobanê digere.

Beriya du rojan balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk Kobanê û gundewarên wê yên rojhilat bombebaran kirin, di encamê de gelek welatî bûn qurban û birîndar bûn, di nav de jî zarokek birîndar bû.

ANHA