Êrişên li ser Kobanê li gelek bajaran hatin şermezarkirin

Rêxistin û saziyên siyasî û sivîl êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê şermezar kirin û diyar kirin ku civata navneteweyî bi bêdengiya xwe ya li hemberî van sûcan şirîkê dewleta Tirk e.

Êrişên li ser Kobanê li gelek bajaran hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Kobanê li gelek bajaran hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Kobanê li gelek bajaran hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Kobanê li gelek bajaran hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Kobanê li gelek bajaran hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Kobanê li gelek bajaran hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Kobanê li gelek bajaran hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Kobanê li gelek bajaran hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Kobanê li gelek bajaran hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Kobanê li gelek bajaran hatin şermezarkirin
Êrişên li ser Kobanê li gelek bajaran hatin şermezarkirin
9 ÇILE, 2022   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Sazî û rêxistinên siyasî û sivîl û meclisên herêmî bi daxuyaniyan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

PARTIYA KESK A DEMOKRATÎK

Di daxuyaniya Partiya Kesk a Demokratîk de hate gotin, dewleta Tirk bi rêbazên cuda rijandina xwîna gelê herêmê didomîne, bi vê yekê kîn û nefreta xwe ya li hemberî gelên azadîxwaz nîşan dide. Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike pirsgirêkên xwe yên navxweyî veşêre, projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û tola têkçûna hevalbendê xwe DAIŞ'ê ya terorîst a ku ji aliyê QSD'ê ve hatiye têkbirin, hilîne.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser bêdengiya hêzên garantor a li hemberî sûcên dewleta Tirk û hate gotin ku ev bêdengî nîşan dide ku ew jî hevkarên sûcên dewleta Tirk in.

Her wiha bang li  Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û dewletên garantor hate kirin ku erka xwe bi cih bînin û nehêlin ku dewleta Tirk sûcên li dijî gelên herêmê bi cih bînin.

Partiya Kesk a Demokratîk sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê bi tundî şermezar kir û got: "Em teqez dikin ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û têkbirina dewletên dagirker û dûvikên wê dewam bikin. Her wiha em ê piştgiriya xwe bi QSD'ê re nîşan didin. Em ê belgekirina sûcên dewleta Tirk berdewam bikin û pêşkêş  bikin da ku ji ber sûcên şer ku li dijî gelê me pêk tîne, were cezakirin."

MECLISA KANTONA GIRÊ SPÎ

Endamên Meclisa Kantona Girî Spî li qada navçeya Eyn Îsayê kom bûn û têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê daxuyanî dan. Hevserokê Komîteya Aborî ya Meclisa Kantona Girê Spî Egîd Bozan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku civata navneteweyî û Rûsya ya "Garantor" berpirsên êrişên li ser Kobanê ne û hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaza ewlehiya herêmê xirab bike.

Her wiha bang li civata navneteweyî hate kirin ku berpirsyartiyên xwe yên parastina welatiyan bi cih bînin, zextê li dewleta Tirk bike da ku sûcên xwe rawestîne.

MECLISA NAVÇEYA TIL BIRAK

Meclisa Navçeya Til Birak a girêdayî kantona Qamişlo bi beşdarbûna bi dehan endamên meclisê daxuyaniyek li ber navenda navçend û hunerê ya li rojavayê navneda navçeyê da. Hevseroka meclisa navçeyê Emîne Xilêf daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Komkujiyeke din li rêzesûcên şer ên li dijî sivîlên Kobanê û Zirganê zêde dibe. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şerê qirkirinê li dijî herêmê dimeşîne, dixwaze tevna civakî derbe û aloziyê biafirîne. Ev yek li pêşiya çav û guhên civaka navneteweyî û hêzên mezin tên kirin."

Di daxuyaniiyê de bang li dewletên "Garantor" hate kirin ku li hemberî van êrişan erkên xwe bi cih bîne.

Di dawiya daxuyaiyê de diruşmeyên silavkirina berxwedana şervanên li eniyên şer û dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

MECLISA PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ Û MECLISÊN GEL ÊN REQAYÊ

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê û meclisên gel ên Reqayê bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin. Çalakî bi beşdarbûna bi dehan şêniyan û endamên meclisan li qada Saa ya naverasta bajar hate lidarxistin. Di çalakiyê de alên Partiya Sûriya Pêşerojê, wêneyên zarokên ku di êrişên li ser Kobanê û Zirganê de şehîd bûne hatin vekirin.

Bi navê Partiya Sûriya Pêşerojê, cîgira seroka meclisa partiyê ya Reqayê Zelîxa Ebdî û bi navê meclisên gel ên Reqayê, endama rêveber a meclisê Huda îbrahîm daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniya Partiya Sûriya Pêşerojê de, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên sînor yên bajarê Kobanê hatin şermezarkirin û hate gotin, ku ev êriş asta zihniyeta sûcdar û wehşiyeta a dewleta Tirk û serokê wê Erdogan nîşan dide.

Her wiha hate gotin: "Projeya osmanî ya tarî tu ferq û cudahiyê naxe navbera zarok, mezin û jinan. Armanca wê tirsê bixe dilê xelkên ku bi ewle û aram di bin banê projeya Rêveberiya Xweser de dijîn da ku wan neçar bike ku mal û xaka xwe terik bikin."

Di daxuyanyê bal hate kişandin ser êrişa li dijî mizgefta li Zirganê û hate diyarkirin ku ev yek sûcek e û li dijî qanûnên navneteweyî  ye.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên niştimanî hate kirin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk  û çeteyên wê hevgirtina xwe xurt bikin. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê û Rûsya û Amerîkayê hate kirin ku bi lez bikevin tevgerê.

Di daxuyaniya meclisên gel ên Reqayê de êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û hate gotin ku ev êriş li dijî qanûn û exlaqî ye.

Her wiha hate destnîşankirin ku êriş vîna gelên herêmê û îsrara wê ya domandina têkoşîna demokrasiyê lawaz nake û bang li rêxistinên mirovî û dadgehên navneteweyî hate kirin ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku êrşên xwe rawestîne.

Meclisên gel ên Reqayê bang li gelên herêmê kirin ku li dijî êrişan "Di her kêliyekî têkoşîn û berxwedanê xurt bikin, dakevin qadan, dewleta Tirk û kiryarên wê teşhîr bikin û rastiya wî ya cîhanê re eşkere bikin."

NIVÎSGEHA KOMBÛNA JINAN A ZENÛBIYA YA TEBQA

Têkildarî mijarê Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê daxuyaniyek da. Endama rêveberiya nivîsgehê Nesrîn Mihemed li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya bajêr û bi beşdariya hejmareke mezin ji jinan, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk rojane û li pêşiya çavên cîhanê bi balafirên bêmirov û topan êrişî mezin û biçûkan dike.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate diyarkirin: "Sûcên Tirkiyê yên domdar ku ji destpêka salê ve zêdettir bûne, bi armanca derbekirina ewlehî û aştiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, her wiha rê li pêşiyê veke ku li herêmê gendî belav bibe û komên terorîst û çete vegerin."

Di daxuyaniyê de bêdengiya dewletên zilhêz û hêzên aktîf, nexasim dewletên garantor hate rexnekirin û wiha bang li wan hate kirin: "Erkên xwe pêk bînin û dawî li sûcên Tirkiyê bînin, her wiha zextê lê bikin da ku ji erdên dagirkirî derkeve. Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê berxwedana xwe dewam bikin û heta derxistina Tirkiyê û çeteyên wê em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin."