‛Çalakiya me wê heta wergirtina cenazeyên şehîdan berdewam bike’

Kiladaniyên gundê Xankê yê herêma Koçberat û şêniyên Dêrikê nobeta çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka ku kete roja 97’an wergirt û teqez kir ku ew ê heta wergirtina cenazeyên şehîdan û radestkirina ji malbatên wan re çalakiya xwe berdewam bikin.

‛Çalakiya me wê heta wergirtina cenazeyên şehîdan berdewam bike’
9 ÇILE, 2022   15:14
QAMIŞLO

Şêniyên Dêrik û kildaniyên gundê Xankê berê xwe da deriyê Sêmalkayê ku tev li çalakgerên bin kon bibin. Konê çalakiyê ya ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan derbasî meha 4’an bû û hîna jî PDK’ê red dike cenazeyan radestî malbatên wan bike.

Piştî şênî deqeyeke rêz girt, endama Meclisa Koçberat a ji pêkhateya Kildanî Nehro Murad axivî û wiha got: "Sekna me ya îro li bin konê şeref û rûmetê ji bo piştgiriya bi malbatên şehîdan re ye ku daxwaza wergirtina cenazeyên şehîdên xwe ku di Xelîfanê de şehîd bûn, dikin."

/ar/uploads/files/2022/01/09/144202_2022-01-09-drk-roja-97-ya-kone-calekiye-28129.webp

Nehro Murad da zanîn ku li şûna girtina deriyên mirovahî diviyabû hikumeta Başûrê Kurdistanê xwesteka çalakgeran a wergirtina cenazeyên şehîdan ji malbatên wan re bikira.

Nehro Murad wiha bi dawî kir: "Çalakiya wan heta wergirtina cenazeyên şehîdan û radestkirina ji malbatên wan re berdewam e û heta pêkanîna xwestekên malbatên şehîdan çalakiyê bi dawî nakin, heta bi salan dirêj bike."

(fr)

ANHA